ANKARA
Telal Siloyê ku li Sûriyeyê qederekê berdevkiya HSDa saziya paravan a rêxistina terorî PYD/PKKê kir û paşê ji herêmê reviya, bal kişand ser projeya rêxistinê ya "gihîştina Behra Spî". Silo diyar kir ku rêveberekî îstixbaratê yê amerîkayî şîret li wan kir ku heger ew bixwazin "mayînde" bibin, divê ji bejayê bigihêjin Behra Spî.
PYD/PKK ji bêtirî ji çaran yekê xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Stratejiya rêxistinê ya berbelavbûna wer diyar bûbû ku dixwestin desthelatdariya xwe ya li rojhilatê welat a li hêla sînorê Iraqê, di ser xeta sînorê Tirkiyeyê re ber bi rojava fireh bikin.
Ji bo ku di siberojê da bi dinyaya dereke ra peywendiyê dayne û alîkariyê werbigire, divê rêxistin di ser bejayê re korîdorekê veke û bigihêje Behra Spî. Herwiha digel ku Tirkiye bi amancên rêxistinê dizane û pirî carî hişyariyên xwe tîne ziman, lê rêveberiya Amerîkayê her carê îdia dike ku ev geşedan, ji çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞê dernakeve.
Silo beriya ku ji Sûriyeyê derkeve, ligel serkirdeyên YPGa baskê çekdar ê PYD/PKKê, têkiliyên nêzîk danîbûn. Silo ji hundir va şahidiya fealiyetên rêxistina ku li seranserê welat navê HSDê diemilîne, kir.
Silo gelek caran beşdarî hevdîtinên ligel Amerîkaya ku piştevanê herî mezin a PYD/PKKê ye, bû.
Siloyê "HSD"yî yê berê, di mijarên wekî ka nêrîna Amerîkayê ya bo "projeya gihîştina Behra Spî" çi ye, rêxistin depoyên xwe yên çekan li dijî Tirkiyeyê çawa diparêze, rewşa Efrînê û bazirganiya neftê da bersiva pirsên AAyê da.
PIRS: Di serdema dawîn de li Dêra Zorê ya li sînorê Iraqê him şer giran bû him jî reqabeta navneteweyî xurttir bû. Gelo li pişt perdê rewş çawa bû?
BERSIV: Me di 9ê îlonê de (bi navê HSDê li dijî DEAŞê ) operasyon da destpêkirin. Min bi xwe ragihand. Di hedefê de girtina herêma el-Cezîra Sûriyeyê ya mabû û bakurê Çemê Feratê hebû. Ne hêza me ne jî ya YPGê hebû ku li dijî DEAŞê operasyonê bide destpêkirin. Ev opersayon bi daxwaza Amerîkayê hat kirin. Mesele qetiyen bi neftê re eleqedar nebû. Hedef ew bû ku ev hêz berî rejimê bigihên Bûkemal û Meyadînê. Bi wî hawî wê di navbera Iraq û Sûriyeyê de barîqatek bihata avakirin. Amerîkayê serê ewil alîkarî da lê bi ser neket. Di serî de rûsan em tacîz kirin. Heta gelek kes di êrîşên Rûsya û rejimê da hatin kuştin. Amerîka û HSDê mil bi mil şer dikirin. Rejim dûr bû. Lê belê wextê Amerîkayê dît ku hêzên rejimê bilez ber bi herêmê ve tên, HSDê şand bi ser wan de şand. (Berpirsê herêmê yê YPGê) Ji Şahîn Cîlo xwest ku vî karî bi cî bîne. Tiştekî ku gelek kes pê nizanin heye. Gelek ciyên ku hatin sitandin ji Rûsyayê re hiştin. Heta tesîsa xazê ya Konoko û hin sihayên neftê yên nêz ji bo Rûsyayê terikandin. Piştî ku evana dewrî Rûsyayê hatin kirin, pêşveçûna Rûsya û rejimê jî rawestiya.
PIRS: PKK nefta Dêrazor û Hasekê çawa dide şixulandin?
BERSIV: YPG û PKKê di sala 2012an de piştî ku bîrên neftê yên Rûmeylanê xistin bin kontrola xwe, ev kar îstîsmar kirin. Serê ewil ev neft di ser herêmên di destê DEAŞê re îxrac dikirin. Elî Şêr berpirsê karên fînansê li herêma Cezîrê yê kadroyên PKKê ye, li Qamişlo dimîne. Bi serkirdeyên PKKê re peywendiyên wî hene. Di çêkirina peymanên ser neftê de xwedî erk e. Bi dahatê ew zane. Ev sira PKKê ye. Elî Şêr ji sala 2012an vir ve neftê difiroşe derva. Berê firotin tenê di ser herêmên DEAŞê re dihat kirin. Efserê rejima Sûriyeyê el-Qatirci berpirs e ku ji PKKê neft distîne. Heta gotin ku Şahîn Cîlo bi xwe jî nikare midaxaleyî wî bike. Mijara neftê sira rêxistinê bû. Paşê berê berê hin agahî ketin destê min. Perê nefta ku difirotin li ser navê hin kesên nêzîkên wan radizandin bankên Libnanê. Paşê pere dewrê ewropayê dihat kirin. Hemû nav PKKyî ne. Mijareke mezin e. Her roj bi sedan tankêrî neft dihat sewqkirin.
PIRS:Ev demeke dirêj e behsa projeya korîdoreke PYD/PKKê ya wê ji bakurê Sûriyeyê heta Behra Spî here tê kirin. Gelo di seredan û hevdîtinan de we helwesta rayedarên amerîkayî dît, we ew fêm kirin?
BERSIV: Ne proje, sozek bû. Em bi kesekî amerîkî yê ku gotin ji navenda lêkolînê hatiye re civiyan. Wan daxwaza hevdîtinê kiribû. Gelek pasevanên wî hebûn. Paşê hat fêmkirin ku ew rêvebirê îstixbaratê yê Amerîkayê ye. Ji me re got "Heke hûn ber bi Dêra Zorê va herin, Amerîka jî wê piştgiriyê bide HSD û Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê ku ew ber bi behrê va cihekî bi dest bixin. Ji bo vê soz dan. Lê operasyona bidestxistina Dêra Zorê têk çû. Mesele bidestxistina gundan an jî qadên neftê nîne. Ji bo Şahîn Cilo û HSDê (ji bo daketina ber bi Behra Spî) soz hat dayîn. Ez jî li wir amade bûm, li wir bûm. Heke ev operasyona (Dêra Zor) bi ser biketa, me serkeftin bi dest bixista dibe ku Amerikayê ji HSDê re ji bo daketina behrê korîdorek vekira. (Rêvebirê îstixbaratê yê amerîkî) got 'heke rêxistineke bi vî rengî nikaribe bigîhîje behrê, ne mumkin e ku dahatûya wê hebe.' Mijara Kurdistanê û Hewlêrê mînak nîşan da. Cihekî Kurdistanê ya ku bigihîje behrê tune. Ji ber vê mecbûr e ku her tim aliyên din razî bike. Neke wê neftê ji ku îxrac bike. Cihekî wek bendergehê mecbûr e ku hebe. Amerîkayê di vê mijarê de soz da. Lê piştî vê yanê niha bawer im planên çêdikirin neçûn serî. Ka çi dibe emê di rojên li pêş me de bibînin.
PIRS: Artêşa Tirkiyeyê di 25ê Nîsanê da li herêma Qereçoxa nêzîkî sînorê Iraqê li hedefên YPGyê xist. Li Qereçoxê çi cure hêzên YPGê hene?
Qereçox baregeheke sereke ya YPGê ye û li wir depoyên çek û muhîmatan, qaseyên pereyan hene. Bahoz Erdal û Şahîn Cîlo li wir dijiyan. Ev der di heman demê de cihê ku perwerdeya îdeolojîk didan serokên PKKê bû. YPGyiyan jî perwerdeya leşkerî didît. Ez du caran çûme wir. Carekê min bi Şahîn Cîlo ra hevditîn kir û min ji wî wesayîtek dewr hilda. Navenda çapemeniyê û arşîva YPGê li Qereçoxê bû. Yên ku li vir bûn hemû kadroya serokan bû. Nalîna ji Tirkiyeyê ji jinan berpirsyar bû. Erebî nizanibû. N. Şevîn jî kurdeke ji Tirkiyeyê bû, erebî hindik dizanibû. (Ji komên YPGê berpirsyar bû). Rustem û berpirsyarê Hesekeyê Xerzan jî hebû.
Min ji Şahîn Cîlo ra got 'ez ji ber hejmara zêde a kuştiyan metel im'. Wi jî got 'Tirkiyeyê li Qereçoxê ewlehî îxlal kir. Di nav serokan de yên ku ji bo wezîfeyên nû wê bihatana hilbijartin hebûn. Ewê biçûna Tirkiyeyê li wir bixebitiyan. Îstixbarata tirk bi vê dizanibû. Ji ber ku peyama Amerîkayê ya ji me re bibêje 'hûnê hedef neyên girtin' hê nehatibû, em li derva diman.'
PIRS: Fermandarê amerîkî dema ku hate Qereçoxê cihê ku hedef hat girtin çi bû?
BERSIV: Roja duyemîn fermandarekî amerîkî yê ji rêzê hate wir. Şahîn Cîlo jî cara ewil derkete pêşberî çapemeniyê. Parastvanê amerîkî yê ku bi ingilizî diaxivî Selar bû. Êriş çawa çêbû behsa wê kirin. Ji fermandar re gotin li wir rêvebirên PKKyî na, sivîl û milîtan hebûn. Fermandar qet şermezar jî nekir. Piştî 5 rojan Cîlo ji me ra got Amerîka bi Tirkiyeyê re axiviye û wê tu êriş neyên kirin.
PIRS: YPGê pirsgirêka depoya çekan çawa çareser kir?
BERSIV: Çekên giran û muhîmat teslîmî Hêmin dikirin. Hêmin jî ew datanîn depoyan. Amerîkayê ev depo diparastin û Tirkiyeyê ev depo nekirin hedef. Ji bo ku Tirkiye nexe hedef gelek çek û muhîmat ji amerîkayiyan (baregeh) ra dihiştin.
PIRS: PKK di navbera Efrîn û qadên li rojhilatê da çawa têkiliyê datîne? Qutbûna navbera herdu aliyan rêxistinê naxe fikarê?
BERSIV: Dema ku rejima Sûriyeyê Heleb bi dest xist, rasterast rêyek çêbû. Ev der ji qada Operasyona Mertalê Feratê ra (ji aliyê başûr va) korîdoreke paralel e. Rê ji Efrînê dest pê dike (di herêma rejimê ra derbas dibe) ji derveyî Helebê ra diçe Minbicê. Ji Minbicê jî (ber bi rojhilata Feratê) diçe Cezîreyê. Ji bo ku meriv guzergahê bişopîne, divê ji rejim an jî ûris destûrê bigire. Heta carinan jî ji îraniyan.
PIRS: Gelo helwesta ku Amerîka YPGê diparêze ji bo Efrînê jî derbasdar e?
BERSIV: Amerîkayê ji bo Efrînê tu garantî neda. Heta min di hevdîtina ewil a bi McGurk ra da pirsî. Wê demê hê di navbera Efrîn û (qadên rojhilatê) da tu rêyeke ragihandinê tunebû. Min jê piştgiriya Efrînê pirsî. Got ku ew ê wek rêvebiriya Amerîkayê piştgiriyê nedin Efrînê. Min ev pirs di hevdîtina me ya ewil da pirsî. Got, "Heke Efrîn piştgirekî din bixwaze bira piştgir bibîne". Min got, "Belkî ûris bibin". Wî jî got, "Ji bo me astengiyek tuneye". Piştra Huseyîn Esedê kurapê Esed li min geriya. Ji min xwest ku di navbera aliyê ûris û HSDê da li Baregeha Himeymîmê xetekî ava bikim. Min ji Şahîn Cîlo ra ev got. Got ku ev xet wê Amerîkayê aciz bike. Lêbelê Sîpan Hamo (qaşo fermandarê giştî yê YPGê) xwest ku bi ûrisan ra biaxive. Min jî ev rewş ji Huseyîn el-Esed ra got. Paşê bi aliyê ûris ra rêya axaftinê vebû. Di qelek mijaran da xwe dispartin Rûsyayê.
PIRS: Midaxaleya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê PKK çiqas dikir fikarê?
BERSIV: Heke hêzên tirkan midaxaleyî (Efrînê) bikira, dikaribûn di demeke kin da bajêr bi dest bixistana. Di eslê xwe da rewşa li Efrînê weke ku rêxistin dide xuyakirin nîne. Ji ber vê yekê pir ditirsiyan. Mijar ne tenê ketina Efrînê bû. Heke hêzên tirk aliyê bakur pêbir bikira, ev serneketina hemû projeyên wan (ên çûyîna Behra Spî) bû. Lewra Efrîn wek dilê projeyê dihesibandin. Midaxaleya Tirkiyeyê wê bibûya dawiya xewna wan a ku bazariya wê dikirin. Li ser îhtimala midaxaleya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, li wê derê hebûna ûrisan dixwastin. Rejima Sûriyeyê li ser îhtimala ku tirk wê têkevin Efrînê dixwast ku li wê derê alaya Sûriyeyê were daliqandin. Lê rejimê wek şert û merc dixwast ku deverên ku ala lê tên daliqandin, dewrî wê bikin. Qendîlê ev daxwaz red kir. Lê di dawiya dawîn da hêzên li ser sînor ditirsiyan. Wisa bawer dikirin ku Amerîka wê zextê bide ser Tirkiyeyê ku Tirkiye Efrînê bi dest nexe. Amerîkayê jî heta niha tu bersiv nedaye. Amerîkayê got ku ew ê pêşiyê piştgiriyê bidin herêmên ku hatin rizgarkirin, lê di serî da got ku ew ê piştgiriyê nedin Efrînê.
news_share_descriptionsubscription_contact


