Büşra Selvi Öğütcen
21 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2021
Li eyaleta Hinanê ya li naverasta Çînê ji ber barana gumrah lehî rabû û di encamê da herî kêm 18 kes mirin.
Li gorî nûçeya South China Morning Postê, li Hinanê piştî barana ku duh barî, lehî rabû û însan di ro da çûn.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê heta niha li herêmên lehiyê lê da, cesedên 18 kesan dîtin, zêdeyî 100 hezar kesî jî li herêmên ewle hatin bicihkirin.
Hat diyarkirin, ji yên ku mirin 12 jê li paytextê Hinanê Cingcouyê mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya rêveberiya herêmî ya Cingcouyê da hat diyarkirin ku kontrolkirina lehiyê pir zehmet e û asta bobelatê awarte bilind e.
Li Hinanê 46 çeman di ser ra avêtin û her wiha ji ber baran û lehiyê jî li gelek herêman av û ceyran çûn û di veguhestinê da pirsgirêk derketin.