Elif Irmak
25 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2020
Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşa xwekujiyê ya ku dijî Navenda Perwerdeyê ya Kevser Daniş hat kirin da 18 kes mirin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryen daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku li herêma Deşt-î Barçî ya Kabulê dijî Navenda Perwerdeyê ya Kevser Daniş êrîşa xwekujiyê hat kirin.
Aryen diyar kir ku di êrîşê da piranî xwendekar 18 kes mirin, 57 kes jî birîndar bûn.
Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe û Talîbanê parast ku wan êrîş nekir.
Ji hêla din va berê hatibû eşkerekirin ku çalakî êrîşa bibombe ye.