ANKARA
Telal Siloyê ku li Sûriyeyê qederekê berdevkiya HSDa saziya paravan a rêxistina terorî PYD/PKKê kir û paşê ji herêmê reviya, got rêxistinê gelek caran bi Amerîkayê re lihevkirin kiriye û destûr daye ku DEAŞî birevin û herin.
Silo behsa hûrgiliyên piştgiriya Amerîkayê ya ku dide PYD/PKKê kir û pirsên AAyê yên der barê di bin perdeya têkoşîna terorê ya dijî DEAŞê de peymanên ku tên kirin bersivandin.
PIRS: Bi amerîkiyan ra hevdîtininên we yên ewil çawa çebûn?
BERSIV: (Dema ku ez wek berdevkê HSDê hatim wezîfedarkirin) Xwestin ku bi min re li dervayî Sûriyeyê hevdîtinê bikin. Bi wesayiteke wek firokeyê hatin û ez birim Hewlêrê. Ez du rojan li baregeha Amerîkayê ya li Balafirgeha Hewlêrê mam. Em li ser kordînasyona kar û baran û xebatên çapemeniyê axivîn. Me medyaya ku piştgiriyê dide HSDê diyar kir. Emê çawa hevpeyvînan bikin, em li ser vê axivîn.
PIRS: Bi rayedarên amerîkî re te rû bi rû hevdîtin kir?
BERSIV: Hevdîtin rasterast çêdibûn. Ez jî beşdarî van hevdîtinan bûm. Min bi Brett McGurk (Nunerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Têkoşîna Dijî DEAŞê de) General Stephen Townsend (Fermandarê Hêza Wezîfeya Hevpar a Yekîtiya Operasyonên Bibiryariyê ya Sirûştî ya ku serkêşiya wê Amerîka dike) û Fermandarê CENTOMê (Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê) Votel re hevdîtin kirin. Şahîn Cîlo (qaşo fermandarê giştî yê HSDê) ji me re nav diyar dikir ku kî wê hevdîtinê bike. Ez beşdarî hemû hevdîtinên li baregeha Çelebiyê dibûm. Me bi heyeta Karên Derva ya Amerîkayê re civîn kir. Di navbera Cîlo û rêveberiya Amerîkayê de kordînasyoneke giştî hebû.
PIRS: Di amblema HSDa rêxistina paravan a PYD/PKKê da we çima Hatay tevî nexşeya Sûriyeyê kir?
BERSIV: Cîlo ji me ra got ku "Dewleta Sûriyeyê bajarek wek qurban da Tirkiyeyê û wisa ava bû. Lê em ê dev ji (wî bajarî) bernedin". Me ev civîn li Hesekeyê di avahiya têkiliyên gel a YPGê da kir.
PIRS: We bi sifetê berdevkiya HSDê va çawa biryar dida ku hûn ê li ser çi biaxivin?
BERSIV: Ez li ser talîmata Cîlo ji bo berdevkiyê hatim tayînkirin. Dema ez hatim tayînkirin (berpirsê PKKê yê Sûriyeyê yê serdemê) Bahoz Erdal ji bo xwarinekê ez vexwendim Qereçoxê. Me her tişt xeber da. Wekî diyarî çekek da min. Di HSDê da talîmata daxuyaniyê ji Cîlo dihat. Di ser WhatsAppê an jî di ser Viberê denq ji min ra dişandin. Min jî sererast dikir. Dema Bahoz Erdal çû, Nûredîn Sofî (ji Qendîlê) hat. Wekî pilebilindê di ser Cîlo ra wî jî daxuyanî kontrol dikirin. Min heta serxweşî jî bi erêkirina wan diweşand. Daxuyaniya rizgarkirina Reqayê ya ku min xwend, ew jî Cîlo da min. Bi min wî jî nenivîsiye. Ji ber ku şiyaneke wî ya wisa tunebû.
PIRS: Tu daxuyaniyeke ku li ser daxwaza amerîkiyan hat belavkirin, çêbû qet an na?
BERSIV: Ji me şermezarkirina teqîneke li Tirkiyeyê xwestin. Yek jî ji me xwestin ku em daxuyaniyekê bidin û destnîşan bikin ku pêwendiya HSDê bi PKKê ra tuneye. Daxuyanî Cîlo anî. Dema min sedema wê pirs kir, Cîlo wiha got, "Amerîkayê xwest. Bi vî hawî wê were nîşandan ku di navbera me (HSD) û PKKê da peywendî tuneye." Rola me li ser kaxiz bû.
PIRS: Peywendiya di navbera qaşo HSD û serkirdeyên PKKê yên li Qendîlê de çawa bû?
BERSIV: Şahîn Cîlo her çend fermandarê giştî yê HSDê bû jî, bi gotina wî tişt nediçûn serî. Talîmat ji Bahoz Erdal dihatin. Bahoz jî (serkirdeyê payebilind ê PKK/KCKê) ji Sabrî Ok ferman hildida. Min du salan serê xwe pê êşand ku ez van têkiliyan fêm bikim. Hêsan nebû. Ez mecbûr tevlî civînên ku bi Amerîkayê ra dihatin kirin ra dibûm. Ez tevlî teslîmkirinên çekan jî bûm. Di nav demekê da êdî ji min bawer bûn. Ez ji hemû razên taybet agahdar bûm. Li herêmê çi biryarên eskerî, sivîl û aborî werin dayîn, PKK binê van biryaran îmze dike. Hemû biryar ji Qendîlê tên, ya ku dikeve ser milê wan jî sepandina biryaran e.
PIRS: PYD/PKK, di bin navê HSDê de çawa ji Amerîkayê alîkarî sitand?
BERSIV: Ji destpêka damezirandina HSDê vir ve Amerîka alîkariya çek û mihîmatê dide. Ev alîkarî bi paraşûtan digihand YPGê. Piştî ku navê HSDê hat îlankirin li ser daxwaza Amerîkayê wekî hêzeke Kurd nehat binavkirin û bi vî hawî alîkariya çek û mihîmatê hat dayin. Min jî du barên çek sitandin. Çekên ku me sitandin yên sivik bûn. Evana yên Rûsyayê bûn. Wextê ku HSD hat damezirandin ji Amerîkayê heyetek hat. HSDê şopa tiliyên endamên konseya eskerî girt, wêneyên wan kişandin.
Wextê amerîkayî hatin li baregeheke biçûk a binavê Îstirahet el-Wezîr ku di navbera Hesekê û Tel Temrê de ye de bi cî bû. Li wê derê pîsta helîkopterê çêkirin. Li ser rêya Dirbêsiyê bi navê Tel Beyder baregeheke duyem çêkirin. Li vê derê jî baregeha helîkopterê hat çêkirin. Ji wê derê çek didan me. Ji deriyê sînor ê Sêmalka jî (yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê) dihat.
Paşê baregeha Çelebiyê ket dewrê. Ev der berê fabrîkeya çîmento (Lafargeya fransiyan) bû. Li nêzî Sirrînê bû. Baregeheke eskerî ya mezin ava kirin. Embara sereke ya alîkariya ku didan HSDê li vir bû. Piştî ku baregeha Çelebiyê ket dewrê alîkarî jî zêde bû. Piştî ku Trump hat alîkarî jî bi rêkûpêk hat kirin. Me li Deriyê Sêmalka bi sedan wesayitên eskerî yên ku çek û malzemeyên eskerî dibirin dîtin. Hemû dibirin Çelebiyê. Ji vir diçû ber destê HSDê wan jî dewrî YPGê dikir. Li Çelebiyê nûnerekî YPGê yê bi navê Hêmîn heye. Ew kordînasyonê saz dike. Çi çek be çi wesayit be ew teslîm digire. Carinan dibe baregehê carinan jî dibe embara sereke. Ji bilî wî fermandarê berpirsê çekan ê YPGê Safkan jî teslîm digire. Ew jî li herêmên diyar belav dike.
PIRS: Amerîkayê ji bilî alîkariya çek çi cure alîkariyê dide?
BERSIV: Perwerdeya eskerî dide. Kampek ku bi vê armancê hatiye damezirandin heye. Ji bo dermankirinê navendên tenduristiyê jî hene. Alîkariya ewil û midaxaleya cerahî tê dayîn. Ekîbên tenduristiyê yên amerîkayî û frensî hene. Herwiha fransiyan perwerdeya nîşangiriyê (qanas) jî da.
PIRS: Agahiyek wekî wê alîkariya Amerîkayê raweste hat dayîn?
BERSIV: Li gor daxuyaniyên dawîn ên Amerîkayê wê êdî alîkariya çek neyê kirin. Lê jixwe têra xwe çek standin. Pereyê ku anîn pereyekî zêde ye.
PIRS: PYD/PKK bêyî Amerîkayê kare tevbigere?
BERSIV: Beyî erêkirina Amerîkayê nikare hemleyekê bike. Lewra Amerîka piştgiriyê dide. Bi taybetî alîkariya esmanî. Amerîka jî bêyî şerê li bejayê nikare DEAŞê têk bibe. Hemûyan bi vê zanibû.
PIRS: Gelo di navbera serkirdeyên PKK/PYD û amerîkayiyan de îxtilaf çênabe?
BERSIV: Na. Lewra herdu aliyan li ser hemû mijaran li hevdu kiriye. Amerîkayê alîkariya eskerî ya bêsînor da HSDê. Berjewendiyên wan yek in ku bi hevdu re tevbigerin. HSD an jî PKK dixwaze li herêmê bibe desthilatdar. Lewra daxwaza xwe pêk anîn lê ev bêyî Amerîkayê çênedibû.
PIRS: Vê gavê çend eskerên Amerîkayê li sehaya Sûriyeyê ne?
BERSIV: Li gor agahiyên ku di civînan de dan me niha 2 hezar eskerên Amerîkayê hene. Perwerdeker, şêwirmend, berpirsên operasyonên esmanî hwd. Ji welatên din jî hene. Wekî Îngiltere, Fransa, Danîmarkayê. Lê kêm in.
PIRS: Bandora Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê McGurk li saheyê çawa ye?
BERSIV: Ji destpêkê pê va pir bi tesîr e. Ji bo nimûne, di civîna me ya ewil a li baregeha Çelebiyeyê da li ser rizgarkirina Minbicê sekinîn. Wî ev pêşniyaz kir. Got ku ji bo em aliyê tirkan qanî bikin divê piraniya wan ereb konseyeke eskerî a li gor bajêr were avakirin. Bi vî awayî xwestin bidin hîskirin, weke ku ewladên Minbicê bi xwe bajar rizgar kirin. Me heman pêşniyaz li Reqayê jî dît. Dema ku tişt pêşniyaz dikirin digot "Divê em aliyê tirk qanî bikin". Ji bo vê jî digot divê bidin nîşan ku ûnsûrên li qadê ji ereban pêk tên. Di bin banê Konseya Eskerî ya Minbicê da Yekîtiya Tirkmenên Minbicê dixuya. Lêbelê tê da kes tunebû. Min bi xwe jî navê kesên grûba ku girêdayî min e, ji ber xwe nivîsî. Ev bi daxwaza McGurk dihat kirin.
Dîsa hatibû daxuyandin ku tenê Koalîsyona Ereban wê beşdarî operasyona Reqayê bibe. Di eslê xwe da Koalîsyona Ereban tunebû. HSDa ku Şahîn Cîlo fermande dikir li gor polîtîkayên McGurk dimeşiya.
Piştî ku Minbîc hat rizgarkirin xwest ku em danezanekê bidin û tê da bêjin ku HSDê bajêr rizgar kir, YPG vekişiya derveyî bajêr, kesên ku li bajêr man ewladên wê derê ne. Eleqeya vê bi rastiyê re tunebû.
PIRS: Gelekî deng veda ku PYD/PKK li Reqayê bi DEAŞê ra li hev kir û ji bo derketina wan a ji wir alîkarî kir. Li Reqayê çi qewimî?
BERSIV: Mizakereyên Reqayê li Eyn Îsayê di biryargeha giştî ya HSDê da dihatin kirin. Du rojan dewam kir. Ebû Mihemed (kesê ku bi DEAŞê ra têkilî danî), Cîlo û Qehremanê alîkarê wî hevdîtin kirin. Ji bilî Dêra Zorê tu der tunebû ku DEAŞ pê da here. Weke ku Amerîka ji bo vê razî bû. Lewra HSDê (li Reqa û Dêra Zorê) di heman demê da du hemle kiribûn. Merivên wan ên li Dêra Zorê ji taqet ketibûn. Amerîkayê jî dixwast beriya ku artêşa rejimê were, HSD dest bi operasyona Dêra Zorê bike da ku bighêje sînorê Iraqê. Li gor amerîkayiyan artêşa rejimê dikare di nav 6 hefteyan da bigihêje Dêra Zorê. Lê ji ber ku artêşa rejimê zûtir pêş ket, Amerîkayê xwest ku SDG bi DEAŞê ra mizakereyan bide destpêkirin. Bi vî hawî terorîst wê ji (Reqayê derkevin) herin Bûkemala (li Dêra Zorê) da ku pêşketina rejimê bide sekinandin. Ji bo ku 3 hezar û 500 terorîst derkevin hevdîtin hatin kirin. Bi qasî 500 jin û zarok jî hebûn. Amerîka û Cîlo dixwastin ku ev terorîst beriya artêşa rejima Sûriyeyê bigihêjin Dêra Zorê. Ji ber vê yekê kesên ji Reqayê derdiketin, wê li wan nexistana. Heman rojê Cîlo ji min xwest ku ez derkevim pêşiya çapemeniyê û şanoyekê bileyîzim.
Me wek ekîba medyayê "şano" amade kir. Li gor lîstikê bi teşebisa eşîrên ereban ên reqayî 275 terorîstên DEAŞî yên xwemalî teslîmî HSDê bûbûn. Di bergîdana wê da wê qaşo ji bajêr 3 hezar û 500 sivîl derxistana. Di vê şanoyê da (ku di eslê xwe da tu kes teslîm nebû) ji bo ku hebûna 275 kesan bidin nîşan ji kampa Eyn Îsayê hin kes anîn.
Lîstika duyemîn jî li ser çapemeniyê hat lîstin. Qedexe kirin ku rojnameger herin Reqayê. Ji rojnamegeran ra gotin ku DEAŞiyên biyanî tê da hene û dernakevin û ew ê bi wan ra şer bikin. Lê guleyek jî bernedan. Di nav demekê da DEAŞî ji bajêr derxistin û ew gihîştin cihê xwe yên ku wê biçûnayê. Piştra me îlan kir ku Reqa hat hildan.
Em piştra hîn bûn ku qismekî DEAŞiyan bertîl daye û çûne cihên din (neçûne Dêra Zorê). Piraniya wan ketine herêmên Mertalê Feratê.
PIRS: Dema ku hûn ketin nav Reqayê we çi dît?
BERSIV: Tiştên ku li Reqayê qewimîn rizgarkirina bajêr nebû, xerabkirin bû. Roja ku me dê îlan bikira ku Reqa hat rizgarkirin, ez çûm wir. Mixabin ez li ber xerabkirina li bajêr metel mam. Ji sedî 95ê bajêr zêdetir xerab bûbû.
Amanc ji avakirina HSDê, rizgarkirina xak û gelê me ji teror û zilma DEAŞê bû. Lêbelê rizgarî heger tiştên ku ez bûm şahid be, rizgariyeke wiha hewce nedikir. Ji ber ku bi temamî rûxîn bû. Rûxîn bi destê herdu aliyan çêbû. HSDê rûxand, Amerîka jî bû sedem ku bajar seranser birûxe. Ez hê jî sedema wê nizanim. Îca Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo avakirina bajêr ji civaka navneteweyî alîkariyê dixwaze. Wer xuya dike ku bi navê avekirina bajêr, wê ji xwe ra berjewendiya şexsî dabîn bikin.
PIRS: Mîna Reqayê şerên lihevkirî yên din jî qet çêbûn?
BERSIV: Reqa yekemîn cih nebû ku ligel DEAŞê li hev kirin û ew texliye kirin. Ya sêyemîn bû. Amerîka û qaşo fermandarê giştî Cîlo li hev kirin û meşandin. Beriya ragihandina rizgarkirina Minbicê, Meclisa Eskerî ya Minbicê daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wan destûr da 2 hezar DEAŞiyan da ku ligel mertalên zindî ji bajêr derkevin. HSD, Amerîka û Meclisa Eskerî ya Minbicê ewlekariya canê DEAŞiyan pêk anîn û îzin dan wan ku ber bi Cerablûsê biçin. Peymana ewil ev bû.
PIRS: Rêkeftina din a PYD/PKKê ligel DEAŞê li ku bû?
BERSIV: A din li Tebqayê çêbû. Tebqa wekî bendav û herêma nîştecihî Sewre dibe du beş. Tebqa hat stendin û ev yek hat ragihandin. Lêbelê Sewre ma. Çend caran operasyon li dar xistin, lêbelê bi ser neketin. DEAŞê berxwedaneke qewî dikir. Mecbûr man mizakere kirin. Ebû Mihemed (ku li Reqayê jî navçîtî kir) ket navberê. Mêrê xwişka wî li Tebqayê emîrê DEAŞê bû. Jê xwestin ku bi DEAŞê ra hevdîtinê bike da ku 500 terorîst bi destê Cîlo û Amerîkayê bi awayekî ewle bên derxistin. Daxwaza DEAŞiyan jî ew bû ku ligel çek û cebilxaneyên xwe derbasî Reqayê bibin. Piştî ku Cîlo li ser navê me ligel amerîkayiyan hevdîtin kir, îzin dan DEAŞiyan ku bi awayekî ewle derkevin.
PIRS: Tirkiyeyê pêşniyaz li Amerîkayê kiribû ku bi operasyoneke hevbeş Reqayê rizgar bikin. Gelo Amerîkayê ev mesele bir qadê?
BERSIV: Ez jî beşdarî civîna (li baregeha Çelebiyê) ku amerîkiyan ew pêşniyaz anîbûn, bûbûm. McGurk û John McCain (senatorê amerîkayî) hebûn. McCain got, pêşniyaza Tirkiyeyê ew e ku ji Til Ebyadê korîdoreke 25 kîlometreyî bê vekirin û ewê jî ligel şervanên ereb hêzên xwe bişînin Reqayê. A ku McCain anîbû, pêşniyaz bû. Dema ku Şahîn Cîlo ev yek ferq kir, got ku ewê ji bo Tirkiye û yên ku wê bi wan ra werin, korîdoreke 25 santîmetreyî jî venekin. McCain di wir da birî. Paşê li ser daxwaza çekan a HSDê xeber dan. McCain soza piştevaniyê dubare kir. Soza alîkariyê da. Lêbelê got ku ewê tenê li hemberî tiştekî derkevin û ewê dijefirokeyan nedin.
PIRS: Amerîkayê bi daxuyaniya nivîskî bertek nîşanî wê yekê da ku li Reqayê posterê serkirdeyê terorîstan Ocalan hat bilindkirin. Di navbera aliyan da çi qewimî?
BERSIV: Amerîkayiyan rêxistin timî di warê poster û dirûşman da hişyar dikirin da ku li ber raya giştî nekevin tengasiyê. Aliyê kurd nikaribû bêje baş e, hişyariya te di cih da ye. Li ciyên ku em û amerîkayî dihatin cem hev, posterên Ocalan dihatin danîn. Jixwe di yekemîn kongreya HSDê da jî hebû. Li herêmê hemû ala yên YPG, YPJ û yên wekî wê ne. Anku mirov rastî alayên HSDê nayê. Amerîkayî baş dizanin bê ka bi kê ra dixebitin.
PIRS: Serkirdeyên rêxistinê wekî beramberê vê piştevaniya xwe ya ku gelek caran kirin, qet ji bo PKK/KCKê anku ji bo beşê sereke yê rêxistinê alîkariya eşkere a li qada navneteweyî nexwestin?
BERSIV: Ma wê êdî çi alîkariyê bikin? Pêwîstiya PKKê bi çek û pere heye. Çek pêşiyê diçû HSDê paşê diçû destê YPGê. Ji YPGê jî derbasî cem PKKê dibû. Ji ber hindê hewce nedikir ku Şahîn Cîlo bibêje wan, ka werin çekan bidin PKKê. Jixwe di dawiya rê da çek di ser YPGê digehêjin PKKê.
news_share_descriptionsubscription_contact
