NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Piştî ku li Helebê êrîşên li dijî sivîlan zêde bûn û di heyamên dawîn da gelek kes mirin, rewşa Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) cardin hat rojevê û rewşa dawîn nîşan dide ku ev sazî bersiva pirsgirêkên sedsala 21an nade.
Hevdîtinên Konseya Ewlehiyê ya NYê ku her sal di meha îlonê da tên kirin, îsal jî ji bo pevçûnên li Sûriyeyê ku bi sedhezaran kes dimirin û bi milyonan kes jî ji cî û warên xwe dibin, çareseriyek peyda nekir û qediyan.
Li New Yorkê ji 135 zêdetir serokên hikûmet û dewletan hatin bal hev û di hevdîtinan da mijara sereke şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bû.
Her çiqas Koma Alîkariyê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî du caran li derveyî NYê civiya û Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derva Yê Rûsyayê Sergey Lavrov rû bi rû axivîn jî agirbesta ku ji bo hefteyekê hatibû îlankirin nehat dirêjkirin.
Rûsya wekî sala par dema ku hevdîtinên NYê dewam dikirin li Sûriyeyê operasyonên esmanî kir.
Ji ber ku li Helebê bombebaran hat kirin û gelek sivîl mirin bang li Konseya Ewlehiyê ya NYê hat kirin ku derasayî bicive, lê ji ber ku DYA û Rûsyayê hev sûcdar kir û Samantha Powera Nûnera DYAyê operasyonên Rûsyayê wek "barbarî" pênase kir, tiştek derneket.
Ji ber van hemû sedeman nîqaşên li ser rewşa Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) cardin hatin rojevê.
- Rûsya û Çînê di mijara Sûriyê da 4 caran erka xwe ya vetoyê emilandin
Rûsya û Çînê ya pêşiyê di cotmeha 2011an da, 4 caran erka xwe ya vetoyê emilandin û hewlên rawestandina sûcên cengê yên ku rejima Esed dike, asteng kirin.
Rûsya û Çînê di 2012an da jî du pêşnûma veto kirin û herwisa herî dawî di 2014an da ew pêşnûma veto kirin ku dê sûcên cengê yên ku li Sûriyê qewimîn bişanda ber destê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.
Bi vî awayî rejima Esed bêyî ku were cezakirin, bombardûmana gelê sivîl û êşkencekirina girtiyan berdewam kir.
Wekî encam di dawiya sala 2011an a ku Rûsya û Çînê erka xwe ya vetoyê ya ewil emilandin da li gorî reqamên NYyê li Sûriyê nêzîkî 5 hezar kes mir. Ev reqam piştî 5 salên bêçareserî aniha ji 300 hezarî bihuriye.
- DYAyê rayeya xwe ya vetoyê 42 caran ji bo Îsraîlê bikar anî
Endamên KENYê rayeya vetoyê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî bikar tînin û ji van yek jî mînaka DYAyê ye lewra ji bo Îsraîlê hemû civakên navneteweyî hilda pêş xwe.
DYA ji sala 1972an vir va 42 pêşnûmayên biryarê yên ku polîtîkaya dagirkeriya Îsraîlê ji xwe re kiribû hedef veto kir. Ji bo endamtiya NYyê jî ji ber ku erêkirina KENYê hewce dike endamtiya tam a Filistînê hêj jî neçûye serî.
Filistîn di sala 2012an da bi piştgiriya Lijneya Giştî ya NYyê bû xwedî statuya "dewleta çavdêr" û li pêş NYyê alaya Filistînê jî hat dalqandin. DYA û nêzî 10 welatên din rayeya neyênî bikarbînin jî ji ber ku di Lijneya Giştî ya NYyê da xwedî rayeya vetoyê nînin nikarin rê li ber vê bigirin.
Heman rewş ji bo Taywanê jî heye. Çîn a ku endamê daîmî yê KENYê ye ji ber ku Taywanê wek dewleteke serbixwe qebûl nake nahêle ew bibe endamê NYyê û rê li ber digire.
- "Li gor şert û mercên vê demê nîne"
Ev 20 sale ku ji bo ku KENY bikaribe li gor şert û mercên demê tevbigere û kar û baran bike reform tên xwestin.
Herî dawîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di xîtaba xwe ya ser Lijneya Giştî ya NYyê da bal kişand ser vê meseleyê û diyar kir ku divê di Konseya Ewlehiyê da reformeke li ser lihevkirineke demokratîk, şefaf û adil pêk bê bê kirin.
Serokomar Erdogan ragihadn ku ew di civaka navneteweyî da her tim bibîr dixin ku dinya bi tenê ji 5 welatan pêk nayê.
- "Reform qasî têkoşîna ji bo guherîna avûhewayê giring e"
Serokê heya 71emîn a Lijneya Giştî ya NYê Peter Thomson jî got ku ji bo hewcedariyên sedsala 21emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (LGNY) divê reforman bike û wiha axivî: "Her kes wisa difikire ku divê reformê bê kirin û ev reform qasî têkoşîna ji bo guherîna avûhewayê giring e."
Almanya, Japonya, Hindîstan û Brezîlya li New Yorkê li hev civiyan û daxwaz kirin ku di LGNYê de reformek çêbibe û vê daxwaza xwe ji raya giştî re gotin. Di daxuyaniya hevpar de gotin ku LGNY divê rastiyên sedsala 21emîn bide ber çav û herêm bi awayekî adil li Konseyê bên temsîlkirin.
Almanya, Japonya, Hindîstan û Brezîlya bi salane ji bo ku li Konseya Giştî ya NYê de bibin endamên daîmî kampanyayan dimeşînin.
- "Welatên endam wê biryarê bidin"
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Farhan Haq jî der barê şerê Sûriyeyê û mijara reformê ya LGNYê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Sekreterê Giştî yê NYê Ban çend caran bangî LGNyê kiriye ku bila pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserkirin.
Haq bi bîr xist ku Sekreterê Gişkî Ban Kî-mun di civîna roja yekşemê da got, "Ji bo sekinandina qetlîama li Sûriyeyê çi astenga Konsêyê heye? Welatên ku tesîra wan hene ewê daha çiqasî destûrê bidin vê wehşetê?"
Haq der barê reforma KENYê û vetoyê da got nikarin şîroveyê bikin û wiha axivî: "Biryara reforma li ser rayeya vetoya KENYê bi tevahî di destê welatên endam da ye."
- Heqê 5 endamên daîmî heye ku vetoyê bikin
Di NYya ku piştî şerê cîhanê yê 2yan hat avakirin da bikaranîna hêzên di destê KENYê da ye.
Konsêy ji 5 welatên daîmî (DYA, Rûsya, Fransa, Çîn, Îngiltere) û 10 endamên demborî pmêk tê.Endamên daîmî dikarin biryarên pêşnûmayan veto bikin.
Ji bo qebûlkirina biryara pêşnûmayê dibê 9 endamên demborî bêjin erê û tu endamekê daîmî jî nebêje na.
Di reforma KENYê da, ji ber ku pêşnûmayê here erêkirinê, dibê 5 endamên daîmî yan bi dildarî ji heqê xwe yê vetoyê dev berdin an jî vî heqî bidin welatên din jî.
Li gor şîroveyan di şert û mercên nika da ev mimkun xanê nake.