20 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
MECLIS
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê da rojev nirxand.
Bahçelî got helwesta Amerîkayê çi dibe bira bibe serê terorê li Efrînê ew ê were hincirandin û wiha pê da çû:
"Esed heke xwe şaş bike têkeve Efrînê bi PKK/PYD/YPGyê ra di heman eniyê da cî bigre ew ê li ber encaman jî stûyê xwe xwar bike. Ma Efrîn teze hat bîra rêvabiriya Şamê? Ev çi nakokî ye? Tirkiye rêzê nîşanî yekîtiya erdê Sûriyeyê dide. Di vê mijarê da tereduda me tune. Lêbelê Esed hetanî niha li dijî tehdîda li ser beqaya me ya neteweyî ya ji erdê xwe tê tu helwestek nîşan nedaye.
Tê îdiakirin ku 13 hezar terorîst li Efrînê bi cî bûne, gelo bi kîjan mantiq û wijdana têkçûyî destûr dan ku li vê derê bi cî bibin û qaşo kantonan ava bikin? Tirkiye li Efrînê aliyekî şer nîne, têkoşîna mafdar a li dijî terorê dimeşîne. Rêvebiriya Sûriyeyê ji bo artêşa Tirkiyeyê dibêje dagirker, ev ji hezayan û nejêhatiyê ye. Çavê me li erdê tu kesî nîne lêbelê berpirsyariyeke exlaqî, hiqûqî û dîrokî ye ku çavê tu kesî jî li erdê me nebe. Heke yekî çav berdabe erdê me jî dibê her kes bizanibe em dizanin wî çavî çito ji cî derxin, qirş li wî çavî ra bikin."
Devlet Bahçelî got amadehiyên ji bo modela li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyeyê jî pêk bînin di medyayê da jî hat weşandin, rêvabiriya Qesra Sipî ya ku alîkariya bi hezaran tirî sîlah da PKK/YPGyê û bi vê jî nesekinî 550 milyon dolar jî budçe jê ra veqetand eşkere ye ku dixwaze Sûriyeyê parçe bike.