Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan
27 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2022
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku Til Rifata navçeya Sûriyeyê dagir kiriye digel wadên Amerîka û Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser cî û warên sivîlan didomîne û navçeyê wek wargeh bi kar tîne.
Rêxistina terorê Til Rifatê kiriye wek qula terorê û ji bo herêmên ewle yên bakurê welêt ku di bin kontrola mixalifên eskerî da ye jî gef e.
Til Rifata li rojavayê Feratê ku bi qasî 18 kîlometre ji sînorê Tirkiyeyê dûr e, 6 sal e di bin dagirkeriya terorîstên YPG/PKKyê da ye.
Digel wadên Amerîka û Rûsyayê terorîstên YPG/PKKyê ji navçeyê venekişiyan û ji wê derê êrîşî kozikên mixalifan û cî û warên di nav qada Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da ne, dikin.
Terorîst ji navenda Til Rifat û gundên Tane, Kasne, Îmhuş, Harbîl, Şêx Îsa, Mînnax, Eyn Dakne, Kefer Kaşir, Meranaz, Burc el Qas û Miyaseyê bi çekên giran, êrîş dikin.
YPG/PKK bi taybetî di êrîşan da cî û warên qelebalix ên wek nexweşxane, dibistanan dike hedef û ji sala 2016an vir va bû sedema mirina bi sedan sivîlî.
- Êrîş birin ser malên ji brîketan hatin çêkirin
Terorîstên ku Til Rifat û eniyên xetê bi tunelan gihandine hev di demên dawîn da hewl didin derbasî eniyên mixalifan ên li Ezez û Mareyê bibin.
Terorîstan hewl dan ku duh û pêr li xeta eniya Mareyê êrîş bikin û di pevçûna bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra kirin da, zirar dîtin.
Di êrîşa bi roket a terorîstan ku 25ê Tîrmehê li navçeya Ezezê kirin da sivîlek hatibû kuştin.
Terorîstên YPG/PKKyî di 24ê Tîrmehê da jî êrîş birin ser malên ji brîketan bo şêniyên gundên Kefer Cenneya bakur û Anaba başurê Efrînê dikevin, hatine çêkirin. Di êrîşa bi roketê hatibû kirin da sivîlek hatibû kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûbûn.
- Tunelên kolane ji bo êrîşkirinê bi kar tînin
YPG/PKKya rêxistina terorê piştî ku di sibata 2016an da Til Rifat û der û dora wê dagir kir bi armanca bikaribe bi hêsanî êrîşî ser xetên eniyê û cî û warên sivîl lê dimînin bike dest bi kolandina tunelan kir.
Terorîstên YPG/PKKyî bi tunelên li Til Rifatê kolane xwe ji êrîşên hewayî diparêzin û ji wan tunelan çek û cebilxaneyê derbas dikin û ji hin deverên wan jî êrîşî deverên di bin kontrola mixalifan da dikin û bi roketan va êrîşî cî û warên sivîlan dikin.
YPG/PKKyê di sala 2016an da li Til Rifatê nêzî 250 hezar kes ji cî û warên wan kiribû û ew kes jî li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê bi cî bûbûn.