MALABO
2yemîn Lûtkeya Hevpariyê ya Tirkiye-Afrîkayê li Malaboya paytextê Gîneya Ekvatorê dest pê kir.
Lûtke li Navenda Konferansê ya Sîpapoyê hat lidarxistin û di roja ewil a lûtkeyê de, di navbera welatên Afrîka û Tirkiyeyê de, civîna karmendên payebilind tê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Gîneya Ekvatorê Ayupîto Mba Mokûy, Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derve Serbalyoz Alî Kemal Aydin û Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Erastus Mwencha di civînê de aliyan temsîl dikin.