Nuri Aydın, Bekir Aydoğan
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Rayedarên Fîloya Sumûdê ya Kurewî ragihand, 4 keştiyên Koalîsyona Fîloya Azadiyê li ser peravên Yûnan pêş dikevin.
Koalîsyona Fîloya Azadiyê di 2yê Gulanê da ji bendera Siracusayê ya Îtalyayê bi rê ket ku alîkariya însanî bigihîne Xezeyê.
Rayedarên Fîloya Sumûdê ya Kurewî daxuyanî da û diyar kir, 4 keştiyên Koalîsyona Fîloya Azadiyê di navbera Nîvgirava Mora û Gîrîtê da li ser peravên Yûnanistanê pêş dikevin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 32 keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî jî li peravên Gîrîtê bi awayekî kordîne sekinîne û çend saet şûnda plana birêketina fîloyê wê kifş bibe.
Ji aliyê din va amadehiya keştiyên li Marmarîsê piranî kuta bûn û tê payîn ku ev keştî beşdarî Fîloya Sumûdê ya Kurewî bibin. Perwerdeya aktivîstên van keştiyan jî dewam dike.
Beriya ku ber bi Xezeyê va hereket bikin, fîlo wê bigihêjin hev. Ji bo vê jî divê rewşa hewayê ya li ser behrê xweş bibe û ji bo stratejiya hewa û seyra ewledar vebijêrk tên nirxandin.