Haydar Şahin
11 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Qetlîama Srebrenitsayê li Ewropayê wekî trajediya herî mezin a piştî Şerê Cîhanê yê 2yan tê nirxandin. Îro 9 qurbanên vê qetlîamê li Goristana Abîde ya Potoçariyê hatin definkirin.
Li Srebrenitsaya li rojhilatê Bosna Hersekê di qetlîama tîrmeha 1995an da herî kêm 8 hezar û 372 sivîl hatin qetilkirin. Nasnameya 9 qurbanên di qetlîamê da hatibûn kuştin hat tesbîtkirin û îro hatin definkirin.
Ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) îsal li gor salên berê hindik kes beşdarî nimêja cinazeyan bû, Husein Kavazovicê Serokê Yekîtiya Îslamê (Karûbarên Diyanetê) ya Bosna Hersekê nimêja cinaze da kirin.
Xêncî rayedarên dewleta Bosna Hersekê şefên dîplomatîk ên welatan û eqrebeyên qurbanan beşdarî nimêjê ya li Goristana Abîde ya Potoçariyê bûn.
Ji bo şehîdan dia hat kirin û paşê navê şehîdan yek û yek hat xwendin û nimêja wan hat kirin. Piştî nimêjê cinaze di merzelên berê hatibûn vedan da hatin definkirin.

Wekî mayîn di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da li deriyê goristanê agirê merivan pîvan û konê dezenfeksiyonê hat vekirin.
Ji qurbanên ew ê îsal werin definkirin yê herî ciwan Salko Îbîsevîç 23 salî ye û yê herî kal jî Hasan Pezîçê 70 salî ye.

Qurbanên ku ew ê werin definkirin û emrê wan wiha ye:
"Sead Hasanovic (24), Alija Suljic (26), Hasib Hasanovic (25), Zuhdija Avdagic (48), Bajro Salihovic (52), Îbrahim Zukanovic (54), Kemal Music (27)."
- Li Srebrenitsayê çi bû?
Di 11ê Tîrmeha 1995an da yekîneyên Sirp ên di fermandariya Ratko Mladîç da Srebrenitsa dagir kirin Boşnaqên sivîl ên xwe sipartin eskerên Holandayê yên Neteweyên Yekbûyî demekê şûnda teslîmî Sirpan kirin.
Sirpan destûr dan ku jin û zarok derbasî herêmên di kontrola eskerên Boşnaq da ne bibin, herî kêm 8 hezar û 372 mêrên Boşnaq di daristan, fabirqe û depoyan da qetil kirin. Cinazeyên wan jî xistin merzelên komî.
Piştî şer xebatên lêgerînê tên kirin, cinazeyên nasnameya wan tên tesbîtkirin jî her sal di 11ê Tîrmehê da li Goristana Abîde ya Potoçariyê tên definkirin.