Li Perpîgnan a bajarê Fransayê mihrîcana wênekêşiya nûçeyan a bi navê "Visa pour l’image”yê ku di navbera 1 û 7ê îlonê de tê lidarxistin dest pê kir. Ji Tirkiyeyê jî wekî profesyonel bi tenê Anadolu Agency (AA) bi berhemên xwe beşdarî mihrîcanê bû. Ev mihrîcan li çar aliyê dinyayê di qada wênekêşiya nûçeyan de gelek serkeftî tê qebûl kirin. Gelek rojname, kovar û nûçegihan bi berhemên xwe ve beşdarî vê mihrîcanê dibin.
Di mihrîcanê de malpera "Anadolu Images"ê ya ku portala wênê û edîtoryaliyê ye, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Balkanan jî gelek deng vedaye jî di mihrîcanê de cihê xwe girt. Nasandina malpera "Anadolu Images"ê ji malperên profesyonel û saziyên bi hêz ên di qada medyayê de ne re jî dê bên kirin.
Di heman demê de di mihrîcanê de pêşbaziya wêneyan a bi navê "Istanbul Photo Awards”a ku bi destê AAyê sala pêş me tê lidarsixtin jî dê bê nasandin. AA bi van gavên ku diavêje û xebatan dike ve di bazara wêneyan a li çar aliyê dinyayê de jî her ku diçe dibe xwediyê gotinê.
Derhênerê Weşana Nûçeyên bi Dîmen Ahmet Sel û beşa bazirganiyê di mihrîcanê de nunertiya AAyê dikin. Di rojên pêş me de jî Wekîlê Alîkarê Midûrê Giştî Yilmaz Yaman dê biçe mihrîcanê. Wisa tê texmînkirin ku Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk jî di rojên pêş me de ji bo serdanê dê biçe mihrîcanê.
Di bernameyên mihrîcanê de xebat û wêneyên nûçegihanên AAyê yên navneteweyî jî dê bên pêşandan.
Ji bilî vê slayta taybet a bi navê "Bajarê Birîndar, Heleb" a ku ji dîmen û xebatên nûçegihanên AAyê yên ku ji wê herêmê kişandine jî di 6ê îlonê şeva şemiyê de li tiyatroya amfiyê ya bajar dê bên pêşandan.
Beşa ku ji bo profesyonelan hatiye cihê kirin îro dest pê kir û heta 7ê îlonê jî dê bidome.
Mihrîcana "Visa pour l’image”
Ji sala 1989an heta niha li Perpîgnan a bajarê Fransayê ev mihrîcan tê kirin. her sal bi qasî 150 hezarî kes tên serdana mihrîcanê. Di mihrîcana îsal de ji Tirkiyeyê cara ewil wek profesyonel bi tenê AA beşdarî mihrîcanê bû.