Haydar Şahin
04 Hezîran 2020•Rojanekirin: 04 Hezîran 2020
Ajansa Anadoluyê dîmenên Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ya ji destê milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rohilatê welêt hat xilaskirin kişand.
Artêşa Lîbyayê diyar kir ku Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ji destê milîsên Hefter xilas kir.
Ekîba AAyê kete balafirgeha ku Artêşa Lîbyayê ji milîsên Hefter paqij kirin. Yekîneyên artêşê di nav rojê da bi hewanan êrîşî milîsên Hefter yên li balafirgehê kirin. Yekîneyên ketin balafirgehê gelekî şa bû, li balafirgehê pêlekanên pê rêwî ji teyareyan peya dibin hatin dîtin.
Li herêmê pevçûnên bi Milîsên Hefter ra dewam dikin, yekîneyên artêşê kontrola balafirgehê hildan destê xwe.
- Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê
Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ya 27 kîlomêtre li başûrê paytextê welêt di sala 1934an da bi destê Îtalyayê hat çêkirin.
Balafirgeha wekî baregeha eskerî dihat xebitandin pêşiyê bi navê “Regia Aeronautica” hatibû binavkirin. Di sala 1938an da hatibû firehkirin û navê wê danîn “Tripoli-Castel Benito”.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di sada 2011ê da qedexe da ser qada firînê ya Lîbyayê û balafirgeh hat girtin.
Di heman salê da Lîwaya Zîntan a dijî Qedafî kontrola balafirgehê hilda û di cotmeha 2011ê da dîsa ji firînê ra hat vekirin.
Di tebaxa sala 2014an da koma milîs a Fecr Lîbyayê kontrola balafirgehê hilda destê xwe, li ser vê firînên ji vê derê hatin sekinandin û êdî teyare ji vê derê ranebûn.
Milîsên Hefter di 4ê nîsana 2019an da êrîşî paytextê welêt kiribûn ku dagir bikin û tundiya li welêt zêde bibû. Milîsan di 6ê nîsana 2019an da balafirgeha li paytextê welêt dagir kiribûn.