05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
BERLÎN
Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê tesbît kir ku PYD û YPG şaxên PKKya rêxistina terorê ne.
Teşkîlata Parastina Qanûnan Bingehîn ya Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê ya ku navenda wê li eyaleta Schleswîg-Holsteînê ye, der barê fealiyetên rêxistinên terorê da raporeke 138 rûpel li ser malpera xwe ya înternetê weşand.
Di raporê da ji bo PYDyê gotin rêxistineke wekî birayê PKKê ye û ji bo YPGyê jî gotin ew jî beşeke PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ye.
Di raporê de hat gotin ku Almanyayê fealiyetên PKKyê di 22yê çiriya paşîna sala 1993an qedexe kirine.
Di raporê de hat behskirin ku rêxistin Almanyayê ji xwe re ciyekî wekî baregeh û çavkaniya fînansê dibîne û li welêt pereyan kom dike. Di raporê da dîsa hat gotin ku rêxistin êdî çalakiyên şidetê nake û şûna vê çalakiyên prosteyê dike û ev jî ji bo siyaseta Almanyayê ya navxweyî tiştekî bi tahlûke ye.
Di 3 rûpelên raporê da behsa PKKya rêxistina terorê hat kirin û hat gotin ku li Almanyayê bi qasî 14 hezar û 500 hezar alîgirên rêxistinê hene û ji van jî 700 kes li eyaleta Schleswîg-Holsteînê dijîn.