10 Îlon 2017•Rojanekirin: 11 Îlon 2017
HESEKÊ
Amerîkaya ku têkoşîna dijî DEAŞê dike hincet, li Sûriyeyê alîkariya leşkerî ya ku dide rêxistina terorê PKK/PYDyê, didomîne. Pêrê 70 TIR alîkarî ji mensûbên rêxistinê yên li bakurê Reqayê ra hatin şandin.
Li gorî agahiya ku ji peyamnerê AAyê yê li Hesekeyê hat wergirtin, pêrê 70 TIRên ku barê wan alîkariya leşkerî bû, bi roj ji deriyê sînor ê Sêmalkayê yê li ser sînorê Iraqê bihurîn û derbasî nava bajarê ku di kontrola rêxistinê da ye, bûn.
Di konvoya ku gihîşt Hesekeyê da li ser qaseyên TIRên ku bi brandayan hatibûn nixumandin, kenarê wesayîtên leşkerî xuya kirin.
Ji 30 wesayîtên leşkerî yên li TIRan barkirî, 21 jê bi kameraya peyamnerê AAyê hatin dîmengirtin.
TIRên mayîn ji ber ku bi brandayan nixumandî bûn, diyar nebû bê ka barê wan çi ye û di qaseyên wan da çi alav hene.
- Çekên ku ji rêxistina terorê re hatin şandin
AAyê di serê hezîranê da wêne û dîmenê alîkariya çek û alavên leşkerî yên ku DYAyê da PKK/PYDyê, kişandibû û kiribû nûçe. Piştî vê nûçeyê êdî alîkarî bişev û bi TIRên brandakirî va hatibûn kiribûn.
Ji hêla din di 13, 17 û 21ê tebaxê û herwiha 3yê îlonê da bişev bi 330 TIRên brandakirî va ji hêla Iraqê bal Hesekeya ku di kontrola PKK/PYDyê da ye, sewqiyat çêbibûn. Lêbelê ji ber ku TIR nixamtî bûn, kifş nebibû bê ka çi cure alav û techîzat hatin şandin.
Beriya vê jî di 5ê hezîranê da 60, di 12ê hezîranê da 20, di 16ê hezîranê da 50, di 21 û 26ê hezîranê da 120, di 5ê tîrmehê da 82, di 9ê tîrmehê da 102, di 12 tîrmehê da 95, di 17 tîrmehê da 100, di 22yê tîrmehê da 100, di 27 tîrmehê da 80, di 31ê tîrmehê da 100, herwiha di 7ê tebaxê da jî 112 TIR, anku bi tevahî 1021 TIRî sewqiyata leşkerî ji herêma PKK/PYDyê ra kiribûn.
Bi vî awayî ji destpêka meha hezîranê heya niha bi destê DYAyê di hundirê hezar û 421 TIRî da alîkariya çek û alavên leşkerî, bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê ji PKK/PYDyê ra hat kirin.
Operasyona Reqayê ya rêxistina terorê ku bi alîkariya DYAyê dimeşîne, di 6ê hezîranê da dest pê kiribû.
PKK/PYDyê duh serê sibê jî seba bidestxistina Dêr Zora ku di bin dagiriya DEAŞê da ye, dest bi hemleyeke nû kiribûn.