Nihat Kavşut
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
HESEKE
Li Sûriyeyê alîkariya leşkerî ya Emrîka bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorî dide PKK/PYDya rêxistina terorî dewam dike.
Di nav hefteya dawîn da bi 2 sewqiyatên hat kirin bi tevahî 180 TIR li bakurê Reqayê ji endamên rêxistinê ra çûn.
Nûçegihanê AAyê yê li Hesekeyê destnîşan kir 22yê Tîrmehê 100 û duh jî 80 bi tevahî 180 TIRên çek û cebilxane tê da ne ji sînorê Iraqê derbas bûn û çûn Hesekeya di destê rêxistinê da ye.
Li gor agahiyan di konvoyê da TIRên sergirtî, makîneyên kar û wesayitên personelan cî digirtin.
Wek mayîn di 5ê Hezîranê da 60, di 12ê Hezîranê da 20, di 16ê Hezîranê da 50, di 21 û 26ê Hezîranê da 120, di 5ê Tîrmehê da 82, di 9ê Tîrmehê da 102, di 13ê Tîrmehê da 95 û 17ê Tîrmehê da 100 bi tevahî 629 TIR çûn herêma PKK/PYDê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Wezareta Parastinê ya DYAyê hilda di lîsteya çekên didin komên PKK/PYD jî di nav ye 12 hezar keleş, 6 hezar çekên mekanîk, 3 hezar û 500 çekên mekanîk yên giran, 3 hezar çekên RPG-7 yên Emrîkayê, hezar tankşikênên AT-4 yên Amerîkayê û SPG-9 yên Rûsyayê hene.
Di lîsteyê da wek mayîn 235 topên hewanê, 100 çekên nîşangiriyê, 450 dûrbînên şevê yên PV-7 û 150 dûrbînên lazerê hene.
Operasyona Hêza Wezîfedar a Yekbûyî ya DYA pêşengiyê dike li navenda Reqayê di 6ê Hezîranê dest pê kiribû, lê Emrîka ji Nîsana 2016an vir va alîkariya leşkerî bona PKK/PYDê dişîne.