Elif Orhan
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku dê welatê wî ji peymana nukleer a bi Îranê re vekişe û mueyîdeyên aboriyê yên ser Îranê yên ku di sala 2015an de hatin rawestandin dê di asta herî jor de dîsa bên tetbîqkirin.
Serokê Amerîkayê Trump bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Qesra Spî kir biryara Îranê ya ku demek dirêj e li raya giştî ya cîhanê tê meraqkirin îlan kir.
Trump parast ku Îran peymana nukleer a ku di sala 2015an de hat kirin ji bo armancên xwe bi kar tîne û got ku "Nexwe ez jî îro îlan dikim ku dê Amerîka ji peymana nukleer a bi Îranê re vekişe. Em ê dîsa ji bo Tehranê mueyyîdeyên aboriyê yên herî ast bilind bînin."
- Mueyîde paş ve tên
Trump di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de nirxandina "Welatekî ku arîkarî bide ku Îran bibe xwediyê çekên nukller dê bi awayekî herî xurt rastî mueyîdeyê bê. Amerîka dê nebe rehîneya şantaja nukleer" û ji bo welatên ku dê piştî ku mueyîde bikevin dewrê bi Îranê re hevkariyê bikin jî peyamek şand.
Trump parast ku Îranê ju peymana nukleer sûd wergirt û hewldanên nukleer û çêkirina çekan domand û bi awayekî berbiçav bêyî ku hûrgulî bide îdia kir ku Îran "derewan dike". Trump her wiha parast ku rejima Tehranê li herêm arîkariya hêmanên terorê dike û destketiyên ku ji peymanê bi dest xistin ji bo bernameyên eskerî û nukleer xerc dike.
- "Îran derewan dike"
Trump daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yên hefteya borî destnîşan kirin û wiha axivî: "Em îro xwedî delîlên diyar ên nîşan didin ku gotinên rejima Îran (ên der barê peymanê de) derew in."
- "Em ê ji bo çareseriyeke nû û berfirehtir bixebitin"
Trump da zanîn ku ji peymanê vekêşiyan û êdî dijî "tehdîda nukleer a Îranê" dikarin ku ji bo pêvajoyeke nû bikarin bixebitin û got ku "Dema ku em ji peymanê vedikêşin dijî tehdîda nukleer a Îranê bi mitefîqên xwe re ji bo ku çareseriyeke berfireh û mayînde peyda bikin dê bixebitin. Di nav van hewldanan de ji holêrakirina bernameya fuzeyê û aktîvîteyên terorê jî hene."
Trump her wiha eşkere kir ku Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dê piştî demek kurt li Koreya Bakur be û vir bi Kîm Jong-un re hevdîtin bike.
Serokê Amerîkayê Trump piştî axaftina xwe ya ku 10 deqîqe dewam kir biryarnameya serokatiyê ya berî vedike ku sepana mueyîdeyên Îranê yên ku di sala 2015an de hat rawestandin vedike îmze kir.
- Pence agahî da Kongreyê
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Arîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence di mijara vekişîna Amerîkayê ya ji peymanê de telefonî serokên Kongreyê kir û ew agahdar kirin.
Nûnera Daimî ya Amerîkayê ya li NYê Haley: "Serok Trump biryarek rast da."
Nûnera Daimî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley anî ziman ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi vekişîna xwe ji peymana nukleer ya Îranê bi tekez biryarek rast da.
Haleyê piştî ragihandina biryara Trump ya vekişîna ji peymana nukleer ya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da Trump.
Haleyê di daxuyaniya xwe de wiha got, "Serok bi biryara vekişînê ji peymana nukleer ya Îranê bi tekez biryarek di cihê xwe de da. Ev peymanek wisa tirshêner bû ku dihişt fealiyetên xirab yên Îranê di warê navneteweyî de xirabtir bibin. Pêdivê qet em rê nedin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî. Herwiha pêdivê em bibin rêgir ji tehdîda wê ya li dijî Amerîka û muttefiqên wê re û pêşiya piştgiriya wê ya ji terorê re bigirin.