29 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2020
Eskerên Amerîka û Fransayê li Sûriyeyê hê jî perwerdeya biçek didin terorîstên YPG/PKKyî.
Li gor çavkaniyên herêmî bi dehan eskerên Amerîkî û Fransî vê mehê li bajarên Heseke û Dêrazorê 3 caran perwerde dan 200 terorîstên YPG/PKKyî.
Perwerdeya ewil û ya duyem serê mehê li Çiyayê Ebdulezîzê ya Hesekeyê, ya dawîn jî di 24ê Tîrmehê da li qada neftê ya Omerê ya li Dêrazorê hat dayîn.
Perwerdeyan 9 rojan dewam kir.
Cihên ku wesayîtên bêmirov (ÎHA) diyar dikin ji bejahiyê çawa dikarin bên bidestxistin, guleavêtina bi topan, firokeyan daxistin, rêlibergirtina êrîşên baregehan di perwerdeyê da hatin hînkirin.
Di perwerdeya ku eskerên Fransî serkêşiyê dikin da jî wesayîtên şewitî û kevn hedef hatin girtin û çawa bi topan va tên îmhekirin ji wan ra hat gotin.
- Hebûna eskerên Amerîka û Fransayê yên li Sûriyeyê
Di Cotmeha 2019an da dema Hereketa Kaniya Aştiyê dest pê kir artêşa Amerîkayê ji bakurê Sûriyeyê vekişiyabû û li bîrên neftê yên li Heseke, Reqa û Dêrazorê bi cih bûbûn.
Hêzên Amerîkayê yên piştgiriyê didin YPG/PKKyê li 11 baregeh û cihên eskerî kom bûne.
Eskerên Fransî jî li Heseke, Reqa û Dêrazorê li 4 cihan bi cih bûne.
Fransî cihên ku lê bi cih bûne di parêzvaniya YPG/PKKyî da bi Amerîkiyan ra herêmê bi kar tînin.
200 eskerên Fransayê li herêmên ku di dagirkeriya YPG/PKKyê da heye.