Fatih Gazioğlu
02 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauert der barê krîza mirovahî ya ku li Xûtaya Rojhilatê de axivî û wiha got: "Ji roja şemiyê heta niha 100î zêde kes hatin kuştin. Ev agirbest teqez bi kêrî tiştekî nayê. Daxuyaniyên Rûsyayê yên der barê 'korîdora mirovî' de wekî heneka nin. Rûsya divê bi tenê li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî hereket bike."
Nauerta berdevk di civîna çapemeniyê de daxuyaniyên Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê yên der barê Xûtaya Rojhilat da nirxandin.
Nauertê got ku li Xûtaya Rojhilat ji roja şemiyê heta niha 100î zêde kes hatin kuştin û wiha dewam kir: Ev agirbest teqez bi kêrî tiştekî nayê. Daxuyaniyên Rûsyayê yên der barê 'korîdora mirovî' de wekî heneka nin. Rûsya divê bi tenê li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî hereket bike."
Nauertê diyar kir ku arîkariya Rûsyayê ya bona rejima Esed didome.
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê piştî biryara Neteweyên Yekbûyî ya li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin daxuyaniyek dabû û gotibû li Xûtaya Rojhilat korîdorên însanî hatine vekirin.