06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
WASHINGTON
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê li bakurê rojhilata Sûriyeyê kozikên YPG/PKKya rêxistina terorê dan ber guleyan, Amerîkayê bi rêxistinê ra li herêmê dewriye da destpêkirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Albay Rob Manning li Pentagonê civîna çapemeniyê ya rojane li dar xist û li ser mijarê daxuyanî da.
Albay Manning wiha got, "Hêzên Amerîkayê roja înê bi şirîkên me yên HDSê ra li ser sînorên bakurê rojhilata Sûriyeyê dest bi dewriyeyên garantiyê kirin."
Manning parast ku divê li Sûriyeyê hemû alî li ser têkbirina DEAŞê bisekinin û wiha dewam kir: "Ji bo van dewriyeyên spesifîk tu planek an jî rêk û pêkî tuneye; ev dewriye wê ji bo me, şirîkên me yên HDSê û Tirkiyeyê derfeta sazkirina ewlehiya herêmê ye."
Berdevk diyar kir, eskerên Tirk û Amerîkayê li herêma Minbicê dest bi dewriyeyên hevpar kirin û ev dewriye wê bibe sedema hedefgirtina DEAŞê ku ji binî va têk biçe.
Ji aliyekî din va ji berdevkên Pentagonê Serpel Sean Robertson li ser nûçeyên ku digel dewriyeyên ku Amerîka û Tirkiye dikin Amerîka bi YPG/PKKê ra jî li derdora Minbicê dewriyeyê dike sekinî û wiha got: "Li nêzî Minbicê ji bilî dewriyeya ku me bi Tirkiyeyê ra kir, wekî din me tu dewriye nekirin."