Eşref Musa
15 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2024
Artêşa Amerîkayê ji baregeha xwe ya li bajarê Hesekeyê ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê dagir kiriye ra teqwiyeya eskerî sewq kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, konvoya hêzên Amerîkayê duh bişev ji Deriyê Sînor ê El-Welîdê yê navbera Iraq û Sûriyeyê ra derbasî Hesekê bû.
Konvoya ku ji 40 wesayîtan pêk hat, gihîşt baregeha eskerî ya navçeya Şedadiyê ya Hesekê. Di nav konvoyê da wesayîtên bizirx ên tîpa "Bradley"ê jî hebûn ku eskerên Amerîkayê tê da bûn.
Her wiha di konvoyê da wesayîtên ku muhîmat, odeyên prefabrîk û çekên Pergala Parastina Esmanî ya Avengerê tê da bûn jî cih girtin.
Firokeya Amerîkayê konvoy derbas kir.
Artêşa Amerîkayê di 25ê Hezîranê da jî ji baregehên xwe yên li bajarê Hesekeyê ku PKK/YPGya rêxistina terorê dagir kiriye ra teqwiyeya eskerî ya ji 40 wesayîtan pêk dihat, sewq kiribû.
- Hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê
Amerîkayê di cotmeha 2019an da dema ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir, baregehên xwe yên li herêmê vala kiribû û pêşanî dabû ku li dora sehayên neftê bi cî bibe.
Hêzên Amerîkayê yên piştgiriya xwe ya ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê didomînin, di halê hazir da li Sûriyeyê li bajarên Hesekê, Reqa û Dêrazorê li herêmên bin dagiriya rêxistinê da li gelek baregeh û cihên eskerî hebûna xwe didomîne.
Washîngton timî teqwiyeyê dişîne baregeh û cihên xwe yên eskerî yên li sehayên neftê yên bin dagiriya terorîstên YPG/PKKyî da ne.