26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Rêveberiya Amerîkayê biryar da ku li qadên neftê yên rojhilatê Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da na hebûna xwe xurttir bike û ji bo vê jî sewqiyata hêza teqwiyeya ewil kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêr li ser Twîtterê got: "Ji bo Kurdan (YPG/PKK) êdî dem dema ber bi qadên neftê va çûyînê ye." Piştî vê jî Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) daxuyanî da û ragihand ku ji bo parastina qadên neftê yên li rojhilatê Sûriyeyê ewê wek teqwiye hêza eskerî bişînin wê derê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewle yên li Dêrazorê hilda kerwanek eskerî ya Amerîkayê ya ku li Iraqê bûn serê sibehê hat ber deriyê El Yarubiyeyê ku ser sînorê Iraq-Sûriyeyê ye. Kerwana eskerî ji wê derê derbas bû û çû qada nefta El Omer a li başûrê rojhilatê bajarê Dêrazorê dikeve.
Hat dîtin ku di konvoya eskerî ya Amerîkayê da wesayîtên personel birin û anînê û tank di nav da herî kêm 30 wesayîtên bizirx hebûn.
Qada El Omer di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye.
- Amadehiya baregeha nû
Artêşa Amerîkayê li rojhilatê başûrê bajarê Dêrazorê ji bo avakirina baregeheke nû ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê cih kifş kir.
Tê mayîn ku wê baregeha nû li herêma Baxoza ser Dêrazorê ava bikin.
Di halê hazir da li cihên cihê yên Dêrazorê baregeh û qadên eskerî yên Amerîkayê hene. Baregeha herî mezin jî li qada neftê ya El Omerê ye.
Baregeha nû ya ku avakirina wê tê plankirin nêzî navçeya Bukemalê ye û ew der di bin kontrola terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan da ye rejima Beşar Esed jî li wir e û ji ber vê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Amerîka bi baregeha nû va wê ji aliyekî va qadên neftê biparêze û ji aliyekî va jî YPG/PKKyê biparêze.
Fermandarên Amerîkayî di 15ê Cotmehê da li Dêrazorê bi lîderên eşîran ra hatin bal hev û soz dan ku ew ê ji herêmê dernekevin.
Aliyê rojhilatê bajarê Dêrazorê ya ku Çemê Feratê di navberê da derbas dibe di bin kontrola YPG/PKKyê da ye û rojavayê bajêr jî di bin kontrola rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan da ye.