11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Li Sûriyeyê dîmenên perwerde û rahênanê yên ji bo hereketên nû yên muhtemel ên koma Ehreru'ş Şerqiye ku beşek ji Artêşa Azad a Sûriyeyê ye hatin kişandin.
Perwerdeya eskerî ya Ehreru'ş Şerqiyeya binbeşê Artêşa Azad ku beşdarî operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê yên Artêşa Tirkiyeyê bûbû, di kamerayên AAyê da reng vedan.

Koma Ehreru'ş Şerqiye ku li bendê ye beşdarî operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê ya dijî rojhilatê Feratê bibe, ji bo emilandina hawan, roketavêj û çeka bimakîne û herwiha şerê destevala û yê kolanan, perwedeya taybet wergirtin.

Perwerdeya 250 kesan ji aliyê sûbayên ku di destpêka şerê navxweyî da ji artêşa rejima Beşar Esed veqetiyan, tê dayîn.

Di perwerdeyê da taktîk û rêbazên şerê li ser erdê jî fêrî eskerên Artêşa Azad kirin ku di operasyona muhtemel a dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê ya li rojhilatê Feratê da dibe ku rûbirû bimînin.