Fermandariya Hêzên Navend ên Amerîkayê (CENTOM) daxuyand ku yek C-17 û 3 heb jî C-130 balafirên kargoyê 88 qonteyner malzemeyan ji hewayê avêtiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafireke şer a Amerîkayê jî bi van balafiran re firiyaye.
Hat gotin ku balafirên Amerîkayê bi hevkariya hikûmeta Iraqê ve, ji bo êzdiyan 74 hezarî zêdetir xwarin û qasî 57 hezar lître jî av belav kirine.