Irmak Akcan, Aybüke İnal Kamacı, Bekir Aydoğan
27 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
Artêşa DYAyê ragihand ku "weke bersiv ji bo êrîşa li dijî keştiya bazirganî ya ku ji Tangava Hurmuzê ra derbas dibû" li dijî Îranê êrîşên asîmanî hatine lidarxistin.
Di daxuyaniya Fermandadriya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) da ku li ser hesabê platforma medyaya civakî Xê da parve kir wiha got, "Weke bersiv ji bo êrîşa li dijî keştiya bazirganî ya ku ji Tangava Hurmuzê ra derbas dibû" li dijî Îranê êrîşên asîmanî hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Piştî ku Îranê di 25ê Hezîranê da, bi droneyê êrîşeke yekalî li dijî keştiya M/V Ever Lovelyê li dar xist, balafirên şer ên DYAyê deverên depoyên mûşek û dronan ên Îranê û her wiha baregehên radarê yên li peravê bombebaran kirin."
Di daxuyanyê da wiha hat gotin, "Keştiya bi alaya Sîngapûrê, di dema êrîşa Îranê da li peravên Umanê, dikir ku ji Tangava Hurmuzê derkeve, êrîşa neheq a hêzên Îranê li dijî keştîyên bazirganî yên deryayî, eşkere binpêkirina agirbestê ye."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku tevgerên xeternak ên Îranê zirarê didin azadiya hatûçûnê, Hêzên DYAyê ji bo keştiyên ku di tengavê ra derbas dibin, ji bo derbasbûna ewle kordînasyon û piştgiriyê peyda dike.
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku Îranê li Tengava Hurmuzê bi dronê êrîşî tankereke petrolê kiriye û di demeke nêzîk da dê were dîtin ka ewê bersivê bidin an na û got, "Divê wan wisa nekira. Ji ber ku wan duh gule (li keştiyê) reşandin, min ji vê hez nekir."
- Îran: Êrîşa DYAyê ya ku li dijî peravên başûr ên welêt li dar xist, binpêkirina mitabeqetê ye
Wezareta Karên Derva ya Îranê, di serî da ya li dijî bajarê Sirîkê, êrîşên DYAyê yên dijî xalên curbicur ên peravên başûr ên Îranê şermezar kir.
Wezareta Karên Derva ya Îranê derbarê êrîşên DYAyê da daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Îran, êrîşên asîmanî yên artêşa terorîst a DYAyê ku 27ê Hezîrana 2026an roja înê, li dijî xalên curbicur ên peravên başûr ên Îranê li dar xist, bi tundî şermezar dike.
Ev êrîşên hovane yên ku tesîsên peravê yên Îranê kirine armanc, binpêkirineke eşkere ya benda 4an a madeya 2yemîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî ye. Ev di heman demê da binpêkirinek eşkere ya Xala yekemîn a Mitabeqeta Bidawîkirina Şerê Sepandî ye, ku 18ê Hezîrana 2026an hatibû îmzekirin."
Di daxuyaniyê da her wiha tekezî hat kirin ku mafê Iranê heye ku serweriya xwe ya neteweyî digel berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze. Êrîşên bersivê ên ku li dijî hêzên DYAyê hatin lidarxistin, li gorî mafê parastina rewa pêk hatin.