Dildar Baykan Atalay
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) ya DYAyê ragihand ku pêla 12em a êrîşên dijî Îranê kuta bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê da wiha hat gotin, "CENTCOMê di 22.30î da (BST 05.30) li ser hev şeva 12em a êrîşên ku dijî Îranê da destpêkirin, kuta kir."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşan da hedefên eskerî yên wekî şiyanên deryavaniyê, tesîsên depokirina fuze û dronan, tesîsên çavdêriya qeraxê û heyînên parastina asîmanî hatin lêdan û her wiha hat îdiakirin ku di êrîşan da kapasîteya Îranê da êrîşên dijî deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê hat kêmkirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li Tengava Hurmuzê ablûqeya DYAyê didome û wiha hat gotin, "Ji îro pê da CENTCOMê ji bo ku nehêle keştî biçin benderên Îranê yan jî ji benderan veqetin, 9 keştiyên bazirbaniyê dan zivirandin û keştiyek jî ji xizmetê xist."
Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin ku zêdetirî 50 hezar eskerên DYAyê li Rojhilata Navîn peywirê bi cih tînin.