Elif Orhan
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî telîmata parastina ewlehiya canê hemû hêmanên li Kerkûkê da hêzên çekdar.
Di nûçeya televîzyona dewletê de hat gotin ku "Serokwezîr Heyder Îbadî telîmata parastina ewlehiya canê hemû hêmanên li Kerkûkê da hêzên çekdar."
Îbadî xwest ku li Kerkûkê ji bo pêkanîna ewlehiyê bila bi gelê bajêr û pêşmergeyan re jî hevkariyê bikin.
Di nûçeyê de her wiha dan zanîn ku hêza têkoşîna dijî terorê, Lîvaya 9emîn û polêsên federal li Kerkûkê bêyî ku pevçûn derkevin qismeke berfireh de kontrol bi dest xist û cî da van gotinên Îbadî: "Heşdî Şabiya ku di bin banê Fermandariya Operasyonên hevpar de ye jî ji derveyî Kerkûkê piştgirî dide hêzên çekdar."