Önder Beyter
20 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan pergala parastina asîmanî (PPA) Pantsir a Ûris a li bajarê Terhuneyê ku ji hêla Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) ji bo milîsên serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt derbekar Xelîfe Hefter hat dabînkirin, îmhe kir.
Berdevkê Operasyona Volqana Hêrsê ya Artêşa Lîbyayê Ebdulmalîk el-Medenî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku firokeya bêfirokevan a çekdar a artêşa Lîbyayê li bajarê Terhuneyê pergala parastina asîmanî Pantsir a Ûris a ku ji hêla MYEyê ji bo milîsên Hefter hat dabînkirin, îmhe kir.
Ji aliyê din va di medyaya civakî û çapemeniya xwemalî da dîmenên armancgirtina hundirê hangarekê ya ji hêla firokeya bêfirokevan a çekdar a artêşa Lîbyayê va hat parvekirin.