KILÎS
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) hedefên DAEŞê yên li Azeza navçeya Helebê bi tank û çekên giran va gulebaran dike.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAYê ji çavkaniyên herêmê hilda, ASAyê 3 roj berê li nêzî sînorê Tirkiyeyê leşker bi cih kirin. ASAyê îro serê sibê êrîşî kozikên DAEŞê yên navbera gundên Harcere û Delheya li ser Azezê kir.
Yekîneyên ASAyê ku di nav de Tûgaya Sultan Murat û koma Cephetul Şamê jî hene, bi tank, top û guleyan ve êrîşî kozikên DAEŞê kir. 2 salan zêdetir e ku ew herêm di destê DAEŞê de ye.
Piştî êrîşê hat gotin ku ziyan gihiştiye rêxistinê. Balafirên şer ên koalîsyonê jî li ser herêmê digerin.
Hedefa yekîneyên ASAyê ew e ku DAEŞê ji herêmê biqewrînin.
Hêzên ewlehiyê li gundê Akinci û Ardiçliya navçeya Elbeyliya Kilîsê tevdîran zêde kirin.