Mustafa Deveci
21 Adar 2024•Rojanekirin: 22 Adar 2024
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê xwest ku Nexweşxaneya Şifayê ya ku dikeve bakurê Xeta Xezeyê û bi qasî 30 hezar Filistîniyî xwe spartiyeyê, bê valakirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku êrîşên dijî Nexweşxaneya Şifayê ya ku di 18ê adarê da dest pê kiribûn didomin.
Hat ragihandin ku di êrîşên li derdora Nexweşxaneya Şifayê da di 24 saetên dawîn da zêdeyî 50 Filistînî hatin kuştin.
Ji aliyê din va çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên Îsraîlê bangî kesên ku xwe spartine Nexweşxaneya Şifayê kiriye ku demildest kampusa nexweşxaneyê vala bikin.
Artêşa Îsraîlê ev 4 roj in, li derdora Nexweşxaneya Şifayê êrîşên xwe yên dijwar didomîne.
Artêşa Îsraîlê 18ê Adarê di ser Nexweşxaneya Şifayê da girtibû.