Ethem Emre Özcan
01 Gulan 2026•Rojanekirin: 01 Gulan 2026
Di nûçeya NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê da hat diyarkirin ku fealiyetên xirakirinê yên artêşa Îsraîlê yên digel agirbestê li bajarokê mal, kargeh û avahiyên cihê hedef digire dewam dikin.
Di nûçeyê da hat gotin ku artêşa Îsraîlê manastir û dibistaneke rahîbeyan a li bajarokê xira kir.
Hat destnîşankirin ku dibistan yek ji saziyên perwerdeyê yên herî girîn e ku ji bajarokên girêdayî navçeya Bînt Cubeylê bi hezaran xwendevan mezûn kirin û hedef girtina wê ji hêla perwerde û civakê va xeybeke mezin e.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê û agirbest
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin ji 2 hezar û 500î derbas kir.
Birêvebiriya Afetê ya girêdayî hikûmeta Libnanê jî eşkere kiribû ku ji ber êrîş û dagiriya Îsraîlê li gor qeydên fermî jimara kesên ku bi zorî ji cî û warên xwe hatin kirin ji milyonekî derbas kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta berwext a 10 rojî ya ku di navbera Libnan û Îsraîlê da ketibû meriyetê 3 hefteyên din hat dirêjkirin.
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên xwe yên li başûrê Libnanê û xirakirina avahiyan didomîne, Hîzbullah jî bi hinceta ku agirbestê îxlal dike êrîşan dibe ser yekîneyên Îsraîlê.