Abdullah Tel
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
TEL AVÎV
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di sala 2007an da li Sûriyeyê bi êrîşa ji hewayê va kozika gotin qey reaktora nukleerê ye berteref kirin.
Artêşa Îsraîlê ji bo êrîşa hewayî ya li ser Sûriyeyê ku di 6ê îlona sala 2007an da hatibû lidarxistin da agahî da raya giştî.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 8 balafirên F-15an bi awayekî pir dizî êrîşa hewayî birin ser tesîseke herêma Dêrazorê ya bi qasî 450 kîlometre li bakurê rojhilatê Şamê dikeve.
Hat gotin ku karê tesîsa ku hat berterefkirin sal bi sal zêde dibû û dihat payîn ku di sala 2007an da êdî li tesîsê xebat bên kirin. Artêşa Îsraîlê di dawiya sala 2004an da der barê vê tesîsa li Dêrazorê dihat avakirin da ji pisporên biyanî yên ku di pêşvebirina tesîsê da kar kirine, agahî berhev kir.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku Sûriye ji bo çêkirina madeya plutonyumê tesîs ava kir û di vê mijarê da jî Koreya Bakur piştgirî da wê.