PARÎS
Karîkaturîstê fransî Zeon der barê azadiya gotinê ya piştî êrîşên li Fransayê, cihûyên fransî û antîsemîtîzmê de daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û parast ku li Fransayê têgeha sûcê çapemeniyê ji bo ku nehêlin hêzên ku welêt bi rê ve dibin bên rexnekirin, tê bikaranîn.
Zeon di karîkaturekî xwe de êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê wekî şûrkirina zarokekî teswîr kiribû û ji ber vê yekê "Lîga Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Antîsemîtîzm û Nijadperestiyê (LICRA)" gilî kiribû û pişt re der barê wî de lêpirsîn hatibû vekirin. Karîkaturîstê fransî der barê mijarê de diyar kir ku li welatê wî mijara qetlkirina cihûyan wek tabûyekê ye û ji ber vê yekê fransî xwe li hember cihûyan sûcdar hîs dikin.
Zeon bûyerên ku piştî êrîşa li ser navenda li Parîsê ya kovara Charlie Hebdoyê hat kirin şiband bûyerên ku piştî 11ê îlonê qewimîn û got "Atmosfera ku piştî êrîşa Chaerlie Hebdoyê çêbû wekî ya piştî 11ê îlonê ye. An tu Charlie yî an jî terorîst."
-"Heke li paş êrîşên terorê hêmanên nediyar hebin divê mirov pirsyariyan bike"
Zeon bi bîr xist ku hat binçavkirina wî li Fransayê ji aliyê saziyên mezin ên çapemeniyê ve hat binçavkirin û destnîşan kir ku karîkatur antîsemîtîk nebû, antîsiyonîst bû û got "Antîsemîtîzm li Fransayê têgehek e ku rêxistinên siyonîst derxistine holê."
Karîkaturîst bi bîr xist ku ew bi xwe jî cihû ye û wiha axivî: "Ez û hevalên min ên din ên cihû, em natirsin. Antîsemîtîzm têgeheke ji bo ku cihûyên fransî belav nebin û ligel hev bisekinin û wan bitirsînin ji ber xwe derxistine." Zeon parast gelek hêmanên nîşan didin dibe ku êrîşa Charlie Hebdoyê di bin agahiya hêzên ewlehiyê yên îstixbarata fransiyan hatibe kirin, hene. Zeon got birayên Kouachî yên êrîşkar digel ku li Parîsê gelek kamerayên ewlehiyê hene piştî êrîşa li ser kovarê bi hêsanî geriyan û ev yek jî ji mirov re hinekî ecêb tê. Zeon di heman demê de bi bîr xist ku îstixbarata fransiyan di hezîrana 2014an de dev ji guhdarkirina telefona birayên Kouachî berdaye û got "Heke li paş êrîşên terorê hêmanên nediyar hebin divê mirov pirsyariyan bike."
- "Piştî êrîşan çapemeniyê bi zanebûn rêliberxistin kir"
Zeon parast ku êrîşên Charlie Hebdoyê dibe ku bi hevkariya Fransa, DYA û Îsraîlê hatibe kirin û got "Welatê ku ji êrîşên Charlie Hebdoyê herî bi qezenc derket Îsraîl e." Karîkaturîst axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya piştî êrîşê ya li Sînagoga Mezin a li Parîsê ji hikûmeta fransiyan û Serokomarê Fransayê François Hollande re şermezar kir û got "Netanyahû piştî êrîşên Charlie Hebdoyê hat Fransayê, ev yek dişibe vê yekê; serokekî mafyayê dijminê xwe yê herî xirab pêşî dikujîne pişt re jî diçe merasima wî ya cenazeyê."
Zeon destnîşan kir ku çapemeniyê bi zanebûn rê li ber rewşa ku piştî êrîşên Charlie Hebdoyê derket holê xist û dirûşmeya "Ez Charlie me" demildest belav bû. Zeon got bi hestên raya giştî lîstin û parast ku ev bandor xilas dibe û mirov pê dihesin ku der barê bûyera Charlie Hebdoyê de ecayîbiyek heye. Zeon rexneya "Normal nîne ku li Fransayê zarokekî 8 salî ji ber sûcê pesndayîna terorê bê girtin" kir.
- "Ez Charlie nînim û tu xema min jî nînî"
Zeon destnîşan kir ku karîkatur dibin du beş û diyar kir ku hin karîkatur piştgiriyê didin têkiliya dualî, hin ji wan jî tenê bi armanca heqaretê tên xêzkirin. Zeon got Charlie Hebdoyê karîkatura Hz. Mihemed weşand û armanca vê yekê jî heqaret e û ji bo karîkaturîstên kovarê got "Haj pê hene dema ku karîkatura Pêxember xêz dikin beredayî dilê gelek mirovan dihêlin."
Zeon bi bîr xist ku dê ew ûhevalên wî yên karîkaturîst di nav vê hefteyê de berhemeke bi navê "Ez Charlie nînim û tu xema min jî nînî" biweşînin. Zeon got ku bi vê berhemê hêvî dikin ku bi henek li ser mijara Charlie Hebdoyê bisekinin û armanca wan ew e ku berhema wan li hember kovarê dengeyê pêk bîne.