Ferizat Kaya
24 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
MELBOURNE (AA) - Piştî ku li Îngilistanê teqîn çêbû û di bûyerê da 22 kes mirin, 59 kes jî birîndar bûn Awustralya ji bo baldar bin hişyarî da welatiyên xwe yên ku wê herin Îngilistanê.
Di daxuyaniya Daîreya Bazirganî û Karên Derva ya Awustralyayê da hat gotin ku Îngilistanê asta tehdîda terorê ya welêt derxist radeya "krîtîk".
Di daxuyaniyê da hat xwestin ku welatiyên Awustralyayê yên ku dê herin Îngilistanê û yên niha li wir in, bila ji Manchester Arena û derûdora wê dûr bisekinin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Der barê ewlehiya şexsî de baldar bin. Guhê xwe bidin hişyariyên çapemenî û rayedarên herêmî. Em pêşniyaz dikin ku li Qraltiya Yekgirtî bi baldarî tevbigerin."