Damla Delialioğlu
21 Gulan 2026•Rojanekirin: 21 Gulan 2026
Hat îdîakirin ku di peywendiya telefonê ya Serokê DYAyê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ya ku 19ê gulanê encam dan da, herdu serokan li ser nexşerêya di warê Îranê da fikrên cuda anîne ziman.
Çavkaniyên ku ji bo malperê înternetê ya Axiosê axivîn, hûrgiliyên derbarê peywendiya telefonê ya ku Trump û Netanyahu di 19ê gulanê da encam dan, parve kirin.
Hat îdiakirin ku Trump û Netanyahu di warê nexşerêya ji bo Îranê da nakok bûne û Serokwezîrê Îsraîlê piştî peywendiyê "behetiye".
Hat îdiakirin ku di peywendiyê da ji Netanyahu ra gotiye, aliyên navbênkar li ser "nameya niyetê" ya ku him DYA û him jî Îran îmza bike dixebitin û pêvajoyeke 30 rojî ya danustanan destpê bike û şer bi awayekî fermî bidawî bibe.
Tê gotin ku Netanyahu dixwaze di hefteyên pêş da biçe Washingtonê da ku bi Trump re bicive.