Abdullah Tel
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî got: "Qedexeya firînê ya ji bo welatên derva ya li ser balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê wê beriya Cejna Newrozê ya 21ê Adarê bê rakirin."
Ji ofîsa Berhem Salihê ku Serokê "Koalîsyona Ji bo Dad û Edaletê" ya li Herêma Kurdistanê daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku Salih bi telefonê bi Ebadî ra axiviye.
Di axaftinê da li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da guftûgo hat kirin û hat diyarkirin ku Ebadî gotiye: "Qedexeya firînê ya ji bo welatên derva ya li ser balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê ku ji 29ê Îlona sala 2017an vir va dewam dike wê beriya Cejna Newrozê ya 21ê Adarê bê rakirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Ebadî ji bo karmendên di bin banê wezaretên Perwerdehî û Tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê da dixebitin jî got ku ewê di dema herî kurt da mehaneyên wan bên şandin.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî li paytext Bexdayê hefteya borî di civîna çapemeniyê ya heftane da gotibû ku wê mehaneya hin karmendên li Herêmê beriya Cejna Newrozê bişînin û qedeqeya li ser balafirgehan jî di dema herî kurt da rakin.