Fabîus beriya civîna "Li Iraqê Aştî û Ewlehîyê" ya li Parîsê ji radyoya Europe 1ê re axivî û got ku balafirên şer ên Fransayê îro li Iraqê dê dest bi xebatên kifşkirinê bikin.
Fabîus got ku ji bo firîna balafiran ji rayedarên Iraqê destûr tê xwestin û fira ewil dê ji baregeha Fransayê ya Abu Dabiyê dest pê bike.
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm jî daxuyanî da radyoyê û got ku hewcadariya Iraqê ya ji hewayê heye û wiha got: "Divê bi lez mudaxale bê kirin, dereng jî man."
Di civîna ku mazuvaniya wê Fransa dike de, li ser tevdir û rêyên li hember rêxistina terorê DİŞIyê dê bê sekinandin. Li ser plana têkoşîna cîhanî ya li hember DÎŞIyê dê bê axaftin.
Piştî civîna Ciddeyê ya der barê Iraqê ev civîna duyemîn e û tê texmînkirin ku der barê Iraqê de nêrînek dê çêbibe.
Mazuvaniya konferansê Fransa dike.
Nûnerên DYA, Almanya, Yekîtiya Mîrîtiyên Ereban (YME), Danîmarka, Tirkiye, Hollanda, Iraq, Îngilistan, Îspanya, Japonya, Qanada, Qatar, Kûveyt, Lubnan, Misir, Norveç, Federasyona Rûsyayê, Erebistana Siûdî, Oman, Bahreyn, Urdun, Yekîtiya Ereban, YE û NYyê beşdarî konferansê dibin.