24 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ÎDLIB
Li Sûriyeyê welatiyên ku ji zilma DEAŞa rêxistina terorê direvin û ber bi herêmên di bin kontrola muxalifan da tên rastî êrîşên hov ên balafirên rejima Beşar Esed tên.
Rewşa malbata Sayîh a ku ji herêmên ketibûn bin kontrola DEAŞê reviya û xwe spartibû Îdlibê vê yekê baş nîşan dide.
Cerrahê Ortopediyê Dr. Mehmûd Sayîhê ku ji êrîşa rejimê ya tevlî jin û 7 zarokên wî 22 kesan tê da can da birîndar xilas bûbû bi nûçegihanê AAyê ra xeberda û qala felaketa hat serî kir.
Sayîh destnîşan kir ku malbata wî li Îdlibê di êrîşa hêzên rejima Esed a 15ê adarê da birin ser avahiyeke 5 qatî hatin kuştin û wiha pê da çû: "Ez ji enqazê birîndar derketim lê jina min û 7 zarokên min, birayekî min û tevlî malbata wî 22 kes ji me hatin kuştin. Dengê jin û zarokên min ên ku di bin enqazê da hê jî di kerika guhê min da ye û ez qet ji bîr nakim."
Sayîh got ku li avahiya hêzên rejimê êrîş birin ser sivîl diman û wiha dewam kir: "Di avahiyê da bi tenê 3 mêr hebûn û yên din hemû jin û zarok bûn."