NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun ji bo welatiyên ku di êrîşên terorê de mirine sersaxî da hikûmet û gelê Tirkiyeyê.
Ji Berdevkatiya Sekreterê Giştî yê NYyê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku Sekreterê Giştî Ban ji ber ku rojên dawîn de di bûyerên terorê de li Tirkiyeyê gelek welatî mirin û birîndar bûn, ew sersaxiyê dide hikûmet û gelê Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya berê de jî Ban gotibû ku ew ji ber rageşiya di navbera Tirkiye û PKKê fikar e û hêvî dike ku di demeke kurt de çarseriyeke aştiyane û diyalog pêk bê. Ban bangî aliyan kiribû û gotibû ku divê ew venegerin rojên berê yên ku zêde êş û xemgînî hebûn.