NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn û Wezîrê Karên Derve yê Misrê Nebîl Fehmî li Navenda Giştî ya NYê ya li New Yorkê hatin bal hev. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Piştî civînê Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NYê der barê civînê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên neteweyî û navneteweyî sekinîne.
Li gor daxuyaniyê Ban Kî-mûn di civînê de destnîşan kiriye ku divê zagonên Misrê li gor rê û rêbazên mafên mirovan ên navneteweyî bin û divê Misir peywirên xwe yên di vî warî de bi cih bîne.
Li gor daxuyaniyê Ban di mijara cezayên îdamê yên komî de jî Misir rexne kiriye.
Ban daxuyaniyên xwe yên berê yên di vê mijarê de bi bîr xistin û destnîşan kir ku di dadgehan de biryarên cezayê yên komî yên îdamê tên dayîn, di encama verastkirinên nû de çalakvan tên derdestkirin, di warê şert û mercên girtîgehan de û derdestkirina rojnamevanan de tirs û fikar zêde dibin.
Ban diyar kir ku ji bo civakên demokratîk civîn, azadiya axaftinê û hilbijartinên ewle şertên bingehîn in.