07 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
LONDRA
Bana Alabeda ku li ser medyaya civakî bûyerên li Helebê bi dinyayê re parve kir, ji Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May re peyam şand û got ku bila zarokên li Sûriyeyê jibîr neke.
Banaya 7 salî peyama xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û diyar kir ku bi alîkariya dayîka xwe ev peyam nivîsiye. Bana got ku ji bo alîkarî bigihîje gelê Sûriyeyê hewl dide.
Bana di peyama xwe de wiha got: "Tu dikarî ji gelê Sûriyeyê re av, şîr û doxtor bişînî? We zarokên ku ji birçîna lawaz bûne û mirine dîtin? Min dît. Eger xwarin bê peydakirin, zarok namirin wê bijîn. Lê ne xema tu kesî ye. Ez pir li ber dikevim. Soz bide min ku tu yê xwarin û derman ji wan re bişînî? Wan ji bîr neke."
Bana berê jî ji Serokê Emrîkayê Donald Trump re peyama alîkariyê şandibû.