HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got bûyerên tundî û bêhizûriya ku li herêmên Cizîre û Silopiyê diqewimin dilê merivan dişewitîne.
Barzanî der barê bûyerên ku di van rojên dawiyê da li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê diqewimin da daxuyaniyeke nivîskî da. Barzanî diyar kir ku ji ber xûna ku rijiya zehf li ber xwe ketiye û got êşa malbatan êşa me ye jî.
Barzanî got tirsa me ew e ku pevçûnên li ser nasnameyan derkevin û wiha axivî: "Ev bûyerana dibin sedema tirs û fikaran. Mixabin rewşa tundiyê ya ku em jê ditirsiyan derkete holê. Em ji serî da dibêjin. Tundî bi tenê xûnê bi xwe ra tîne û dibe sedama felaketan. Însan dibin qurban. Tirsa me ya herî mezin ew e ku pevçûnên li ser nasnameyan derkevin. Ev felaketeke hê mezintir e."