HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser referandûma serxwebûnê û danûstendinan got: "Guftûgo li ser wê yekê tê kirin ku emê çawa bibin 2 cîranên baş. Bi gotineke din, emê çawa bibin dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bi Bexdayê re wek cîran û dosteke baş bimînin. Helbet eger wan xwest, eger nexwazin jî îdî bi kêfa xwe ne"
Serokê Herêmê Barzanî, li Salona Konferansê Seed Ebdullah digel akademîsyenên li Hewlêrê civiya û der barê rewşa dawîn û referandûma serxwebûnê de axaftinek kir.
Barzanî li ser wergirtina biryara referandûmê pêşagahiyek da û got:
"Biryar ne di 7ê Hezîranê de hat dayîn, di wê tarîxê de tenê dema wê hat diyarkirin. Komîsyona Hilbijartinê got di navbera 20-20ê Îlonê de dikarin referandûm bikin, me jî bi hemû aliyên siyasî re biryar da 25ê Îlonê be."
- "Ji bo em karibin bi Bexdayê re bi hevkarî bijîn, hemû rê hatine ceribandin"
Li ser têkilî û danûstendinên bi Bexdayê re wiha axivî:
"Ji bo em karibin bi Bexdayê re bi hevkarî bijîn, hemû rê hatine ceribandin. Ji destpêkê heta 2003an û ji 2003an heta îro me gelekî hewl da. Xelkê Kurdistanê di rûxandina rejima Beesê de roleke sereke lîst. Dîsa eger Xelkê Kurdistanê nebûye destûr di referandûmê de nedihat qebûlkirin. Loma me çavnêrî dikir ku di rewşa nû de Bexda li ciyê me parastina mafên xelkê Kurdistanê bike. Lê dema ku hukmê xwe qahîm kirin dest bi şopandina siyaseteke wisa kirin ku tam berevajiyê lihevkirina me bû. Me piştî 2003an li ser şirîkatî, tewafuq û tewazinê li hev kir. Lê yek ji van nehiştin. Destûr binpê kirin. Bi tevahî 55 maddeyên destûrê binpê kirine. Herî muhîmtir jî têkdana şirîkatiya siyasî bû. Niha tiştê ku ez behs dikim gelekî vekirî ye, ekseriyeya siyasî ev maf binpê kiriye. Eger em herin Bexdayê û deng li ser kêmîne û zorîne bidin, em her demê têkçûyî ne. Bila parlamenterên me 60-70-80 bin, di haletê herî baş de mumkin e 80ê be."
Barzanî axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Rêveberên Iraqê bi xwe gotin ku madeya 140î temam bûye, miriye. Ew referandûm nekirin, niha behsa madeya 140î dikin, maddeyeke mirî çawa zindî dikin? Îstîhqaqata Pêşmerge jî nehat şandin, digel peymana navbera Kurdistan, Bexda û Emrîkayê jî nehiştin yek fîşek jî bo Pêşmerge were. Ew çekên ku Emrîkayê ji bo Pêşmerge anîbûn, hemû ketin destê DEAŞê. Wek din birrîna meaşan. Em bibêjin, problem di navbera Kurdistan û Iraqê de heye, bila di vir de xeletî ya Herêmê be, baş e çawa dibe Serokwezîrek meaşê, nanê milletekî bibire? Wê demê min gelekî hawar kir, ev curekî din ê Enfalê ye. Ev Enfaleke din dikin. Enfala pêştir li ser yên mezintir bû, vê carê şîrê zarokan jî hat birrîn. Mesele di vir de niyet e, yê nanê xelkê birrî, mebesta wî ew e ku xelk ji birçînan bikuje."
"Nabe ku qedera milletekî bi helwesteke mîzacî ya 2 şexsan ve were girêdan"
Der heqê helwesta hikûmeta li Bexdayê û polîtîkayên wê yên taîfî de got:
"Dixwaze bila bixeyidin dixwaze jî hêrs bibin, niha li Bexdayê hikûmeteke dînî û taîfî hakim e. Loma me lamerkezî, otonomî û federalî tecrube kirin û gihîştin wê qenaetê ku fêdeya van tuneye. Mesele di vir de çand e û nabe ku qedera milletekî bi helwesteke mîzacî ya 2 şexsan ve were girêdan. Eger navbera Serokê herêm û Serokwezîrê Bexda, yan rêveberên din baş be, bi rica û minnet kar dimeşe, yan na nameşe. Ev çawa dibe? Par dema em çûn Bexdayê, digel birêz Îbadî û Koalîsyona Nîştimanî civiyan me bi serahet behsa van mijaran kir. Me gor me di pêkanîna şeraketê de nebire serî. Madem wisa ye werin em bibin 2 cîranên baş. Berdewambûna li ser tecrubeyeke têkçûyî karesatê bi xwe re tîne. Bila cureta we hebe em rêyeke din biceribînin."
Li ser kirina referandûmê û serxwebûnê jî wiha nirxandin kir:
"Ev mafekî yasayî û destûrî ye. Li gor NYê jî wisa ye. Loma biryar hatiye dayîn û paşdegavavêtin tuneye. Bexda me qebûl nake, ne ku em xwe qure dikin, lê Bexda me qebûl nake. Em jî nikarin bi zor herin li ber wan bigerin û xwe bikin xwedî mal. Dawiya dawîn hemû aliyan biryar da ku referandûm bibe, ev biryara hemû xelkê Kurdistanê ye, ya hemû partiyan e. Yê ku digel vê jî nebe, bi kêfa xwe ye, azad e. Di dinyayê de nimûnyeke wisa tuneye ku milletek li ser her tiştî muttefiq be. Dibe ku ne digel be jî, carinan hin xelk û dostên li vir û cîhanê dibêjin herkes ne digel e. Ê baş e werin em tecrube bikin ka digel e yan na. Eger erê da gerek were bicihkirin eger na jî got divê xelkê Kurdistan bi xwe tehemmula biryara xwe bike. Çi dibe bila bibe ev gelekî tebîî ye."
Li ser seredanên rêveberên dewletên biyanî jî Barzanî wiha agahî da:
"Hefteya borî gelek berpirsên dewletan hatin, me civîn kirin. Kes nabêje em li dijî vî heqê we ne. Raya wan ew e ku şerê DEAŞê temam nebûye, loma dibe ku tesîreke neyênî çêke. Ew dibêjin belkî giraniya li ser şer nemîne. Lê di heqîqetê de ne wisa ye. Ev zerreyekê jî tesîrê li ser şerê me yê li dijî DEAŞê nake. Behsa texîrkirinê dikin, baş e heta kengê? Eger nebe alternatîfa we çi ye? Me digel mêvanan nîqaşên dûrûdirêj kirin. Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê, Wezîrê Derveyî yê Fransa, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê, Wezîrê Derveyî yê Tirkiyê, heyeta Îranê, nûnerê Yekîtiya Ewropayê, hemûyan behsa vê yekê kir, min got baş e alternatîfeke we ji bo me heye? Heta niha jî tuneye. Armanca me ne ew e ku çend wezîr û midûrên giştî bidine me. Ew qonax derbas bû. Eger guftûgo bikin, dê ji bo armancên referandûmê bikin."
Barzanî, li ser mijara giringiya referandûmê jî raya xwe wiha anî ziman:
"Referandûm ji bo me wesîle ye, ne armanc e. Tenê wesîle ye ku xelkê Kurdistanê nameya xwe bi dinyayê bigihîne. Eger alternatîfeke vê hebe ku xelkê Kurdistanê bêyî referandûmê raya xwe derbibire, xêr ela xêr e. Loma divê bibêjim ku em zerreyekê jî ji mijara referandûmê paşde gav navêjin. Dê di wextê xwê de bibe. Em çavnêrî jî nakin ku hinek werin bibêjin aha ev ji bo we serxwebûna Kurdistanê. Dinya ne dinya berê ye wek salên 60-70ê. Gelek guherîne. Berjewendiyên aborî û ticarî guherîne. Wek din ji bo serxwebûna Kurdistanê çi baca hewce dike divê bidin. Dibe ku qederekê gotinên giran û tund werin gotin, ev jî raya wan e, rêza me ji raya wan re heye. Lê ev jî helwesta xelkê Kurdistanê ye."
Li ser qewmîyetbûna dewleteke serbixwe Barzanî fikra xwe wiha diyar kir:
"Di heqîqetê de nabe ku dewleteke qewmî were avakirin. Dewleta Kurdistanê, bo Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Kildanî, Suryanî û Ermaniyan e. Bi rastî jî divê nimûne be. Ew xeletiyên ku Bexdayê li dijî me kirine, divê em li beranberî kesên din dubare nekin. Divê dewleteke wisa be ku hemû tê de şirîk bin, wek dewleta xwe û malê xwe bizanin. Herwiha divê sîstemeke komarî, demokratî û parlamanî be. Bi min baş e ku em sîstema federalî di nava xwe de durist bikin. Her wîlayetek, parlamentoya xwe hebe, hikûmeta xwe ya mehellî hebe. Xwe bi xwe îdareya xwe bikin. Hewlêr divê wek paytext be, ji ber meseleyên xariciye û eskerî û hwd. Lê di meseleyên din de Silêmanî wek xwe, Duhok wek xwe û Kerkûk wek xwe, Helebce xwe dike. Ew çawa bixwazin bila wisa îdareya xwe birêve bibin. Her kêmasiyek di vê pêvajoyê de çêbû jî ez hazir im ku bedelê wê bidim."
Barzanî axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Min ji mesûlên YEyê re jî got, dema Çekoslovakya parçe bûn, hûn çima li dij nesekinîn, yan li Balkanan? Baş e li her derê hûn piştgiriyê didin bo çi ji Kurdan re nabe? Ev tenê ji bo Kurdan heram e? Ev 100 sal in em êş û azarê dikişînin ji ber biryarên we yên di Sykes Picotê de. Bi rastî nabe ku em tecrubeyeke şikestxwarî careke din biceribînin. Ez qanih im ku xelkê Kurdistanê bi dengekî bilind dibêje "erê" lê dîsa jî ev ne her tişt e, mesele temam nabe. Wê demê em bi Bexdayê re dikevin guftûgoyê. Emê bi li ser meseleya hidûd, meseleya avê, mesela petrolê, ya xazê û gelekên meseleyên din hene ku biaxivin. Ji bo vê wext lazim e, mijareke dûr û dirêj li ber me heye. Hema 26ê Îlonê elaqe ji Bexdayê nayê qutkirin, hê sed muşkîle hene ku çareser bikin. Lê niyeta me ew nîne ku tundiyê bi kar bînin. Lê çûnûhatina heyetan ji bo çend wezîran û firqeyên eskerî nîne, ew qonax temam bûye."
"Ez pîrozbayî li biraderên encumena Kerkûkê dikim"
Li ser naveroka guftûgoyan bi Bexdayê re wiha agahî da:
"Guftûgo li ser wê yekê tê kirin ku emê çawa bibin 2 cîranên baş. Bi gotineke din, emê çawa bibin dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bi Bexdayê re wek cîran û dosteke baş bimînin. Helbet eger wan xwest, eger nexwazin jî îdî bi kêfa xwe ne."
Der heqê biryara beşdariya Kerkûkê li referandûmê de jî got:
"Ez pîrozbayî li biraderên encumena Kerkûkê dikim ku biryar dan beşdarî referandûmê bibin. Ev biryareke biwêr û pîroz bû. Heta ewên ku têkiliya xwe qut kirine jî bila qut nekin. Kerkûk divê şarê bihevrejiyanê be. Kerkûk divê nimûne be ji bo Kurd, Tirkmen, Ereb, Xrîstiyan. Nabe ku em li dijî yên beşdar nebûne helwesteke neyênî nîşan bidin û gotinên ne xweş bibêjin. Divê xelkê me bi xwe li ser xwe be, giran be, mentiqî be. Bileksê wan, ew çi qasî xwe dûrî te bikin, divê tu hinde destê biratiyê dirêjî wan bikî. Em bira ne, nabe bi gotineke berpirsê vê partiyê yan wî alî em tiştên nexweş bikin. Tewsiyeya min bo biraderan ew e ku hişyar û cesûr bin, bi ruhê biratiyê nêzîk bibin."
- Pirs û bersiv
Di beşa pirs û bersivan de jî Barzanî, li ser nirxandinên mamosteyên zanîngehê bîr û boçunê xwe bi giştî wiha anî ziman:
"Dewlet helbet giring e, eger muhîm nebûya bo çi hinde xelkan ji bo wê şer kirine? Xelkan xwîn rijandiye, şer kirine da ku bibin dewleta serbixwe. Eger xerab be çima wan daxwaz kiriye, eger baş e çima li me qedexe dikin? Her takekî Herêma Kurdistanê divê biraderên ku bifikar in qanih bikin, xwe di vê mijarê de mesûl bibînin."
news_share_descriptionsubscription_contact


