Hamdi Yıldız
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Bi çekan êrîşî wesayîta Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Dîbeybe kirin û hat gotin ku tiştek pê nehatiye.
Li ser hesabê Twitterê yê Al-Jazeerayê di nûçeya ku spartin çavkaniyên Lîbyayî da hat gotin ku li paytext Trablûsê wesayîta Dîbeybe rastî êrîşa biçek hat, lê tiştek bi Dîbeybe nehat.
Hat gotin ku êrîşkar revîn û hê der heqê nasnameya wan da tu agahî tuneye, Serdozgerê Lîbyayê jî ji bo bûyerê tedqîqat da destpêkirin.