WASHINGTON
Berdevkê Qesra Sipî Josh Earnest di Balafira Serok Barack Obama de der barê Konferansa Cenewre-2ê de daxuyanî da endamên çapemeniyê û got: "Çareseriyê bi Konferansa Cenewre-2ê dê dest pê bike. Esad piştî ku dev ji desthilatdariyê berda jî ew ê biqede."
Earnest li ser pirsekê diyar kir baweriya Serokê Amerîkayê Barack Obama ew e ku lazim e Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed dev ji wezîfeya xwe berde û wiha dewam kir: "Armanca van hevdîtinên ku dê di vê çileya paşîn de li Cenewreyê bên kirin ji bo çareseriyê fersendeke mezin e. Baweriya gelê Sûriyê jî ev e. Em jî wisa bawer dikin ku rêya çareseriyê bi tenê ev e. Em hêvî dikin hikûmeta ku li Sûriyê bê damezrandin dê mafê mirovan û mafê kêmneteweyan biparêze."