Dildar Baykan Atalay
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2021
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, heke siheta wî baş be, ew ê di hilbijartina serokatiyê ya 2024ê da dîsa bibe namzed.
Biden roportaj da kanala ABCyê û li ser pirsa ku wê dîsa bibe namzed an na wiha got, "Ez rêzê ji qederê ra digirim. Qederê di jiyana min da gelek caran tecelî kir. Wekî niha heke wê demê jî siheta min baş be, ez ê dîsa bibim namzed."
David Moirê pêşkêşvan jê pirsî ku hûn dixwazin cardin bi Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump ra têkevin pêşbaziyê, Biden wiha bersiv da, "Heke bibe namzed, ez çima pê ra nekevim pêşbaziyê. Ev bendewariya pêşbaziyê zêdetir dike."
Qesra Spî berî niha jî gotibû dilê Biden heye ku di 2024ê da cardin bibe namzedê serokatiyê. Biden wê demê dibe 81 salî.