Sevim Hatun,Türkan Tosun,Nihat Kavşut
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Piştî referanduma li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat kirin hemû aliyan berê xwe da deriyên sînor yên ku hertim dihatin rojevê û dihat gotin ku wê bên girtin. 2 deriyên HKIyê yên vedibin Tirkiyeê hene, herwiha 4 deriyên Îranê yên ku vedibin HKIyê hene û di navbera HKIyê û hikûmeta navendî de jî 5 deriyên sînor hene.
Piştî HKIyê di 25ê îlonê de her çiqas ne li gorî destûra bingehîn be referandum kir, hat gotin ku wê deriyên sînor yên HKIyê yên vedibin Tirkiye û Îranê wê bên girtin.
Îran deriyên xwe yên vedibin HKIyê car caran referandumê wekî hincet nîşan dide û digire, herwiha deriyên xwe yên din jî bê navber vekirî dihêle.
Rêveberiya Tehranê daxuyaniya "em deriyên xwe yên sînor digirin" belav kiribû, lê tenê deriyê sînor Hecî Omeran-Temerçînê (Hewlêr) tevî Seyranbend, Perwezxan û Başmaqê (Silêmanî) ji bo demekê girtibûn. Li deriyên din xebatên bazirganiyê wekî berê dewam dikin.

Li gor agahiya ku hat sitandin, her çiqas car caran deriyên sînor ên Îran-HKIyê bên girtin jî vê gavê derbasbûnê rûtîn dewam dikin.
- Deriyên sînor ên di navbera Îran û Iraqê da
Li ser xeta sînor a hezar û 450 kîlomêtroyî ya ku Îran bi Iraq û HKIyê re cîran e, Îran xwedî 9 deriyên gumrukê ye.
Li rojhilata bajarê Basrayê Şelemçe, li bajarê Mîsanê eş-Şîb, li bajarê Wasitê Zarbatiye, li bajarê Diyalayê jî Somer û Munduriye deriyên sînor in.
Herêma Kurdistana Iraqê jî li bajarê Silêmaniyeyê bi Îranê re xwediyê deriyên sînor e ku ev Perwezxan, Başmaq, Seyranbend in. Li Hewlêrê jî deriyê wê yê sînor Hecî Omeran bi Îranê re heye. Ev hemû derî him ji bo hatin çûyîna rêwiyan û him jî ji bo bazirganiyê tên bikaranîn.
- Deriyên sînor ên di navbera Tirkiye û Iraqê
Du deriyên sînor ên Tirkiyeyê bi Iraqê re hene ku yek ya Xaburê ye û ya din jî Xelîl Îbrahîm e.
Ji bilî van di navbera Çukurcaya Hekariyê û Kanî Masiya navçeya Dihokê de deriyê sînor ê Uzumluyê heye.
Ev hemû derî ji Herêma Kurdistana Iraqê re vedibin, ne hikûmeta navend a Iraqê re.
Ji Uzumluyê ji ber ewlehî û şert û mercên erdnîgariyê derbasbûnên ticarî tunene û tenê deriyê Xabûrê ji bo ticaretê rê dide û li dereke stratejîk e.
- Deriyê Sînor yê Ovakoyê
Piştî referanduma nemeşrû ya li Herêma Kurdistana Iraqê deriyê sînor yê vedibe Iraqê û ji bona Xabûrê dibe alternatîf cardin hat rojevê.
Di vê çarçoveyê da deriyê Ovakoyê ya li Silopiya navçeya Şirnexê ye û 12 kîlomêtro li rojavayê Xebûrê ye derdikeve pêş. Ewlehiya deriyê sînor li aliyê Dihokê girêdayî pêşmergeyan e û ewlehî wê bi destê wan bê pêkanîn.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva destnîşan kiribû vekirina Deriyê Sînor yê Ovakoyê bi awayekî teknîkî mimkun e, lê divê ewlehî bi destê rêvebiriya Bexdayê bê pêkanîn.
Deriyê sînor yê tê plankirin wekî Xabûrê li ser Çemê Hezilê bê çêkirin qederê 90 kîlomêtro dûrî herêmên di destê rêvebiriya navendî ya Iraqê da ne. Li aliyê Iraqê bi gelemperî kurdên sunî dijîn û li hin ciyan jî êzdî, ereb û tirkmen hene.