Haydar Şahin
29 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser biryara Amerîkayê ya ji bo Girên Golanê got, "Ev dijî hiqûqa navneteweyî ye. Hemû hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin."
Lavrov û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuoglu li Antalyayê piştî civîna rûbirû û ya heyetan civîna çapemeniyê li dar xistin.
Lavrov ji bo mazûvaniyê ji Çavuşoglu ra sipas kir û diyar kir ku beriya hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putîn ya 8ê nîsanê li Antalyayê civiyan.
Lavrov destnîşan kir ku di hevdîtinê da li ser çand û turîzmê, qadên eskerî û parastinê sekinîn û mijara Sûriyeyê nirxandin.
Lavrov di axaftina xwe da biryara Amerîkayê ya ji bo Girên Golanê nirxand û diyar kir ku eleqeya vê bi hilbijartina li Îsraîlê were kirin ra heye lêbelê ji aliyekî va jî dibêje ku "ez her tiştî dikim".
Wezîr Lavrov got, "Ev dijî hiqûqa navneteweyî ye. Hemû hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin."