İbrahim Atmaca
11 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin diyar kir ku fikrên Serok Donald Trump û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Boltonê ku ji wezîfeyê hat hildan, ji hev pir cuda bûn.
Pompeo û Mnuchin li Qesra Spî li ser biryarnameya ku Trump îmze kir û ji bo têkoşîna terorê tengavkirina zêde dike, civîna çapemeniyê li dar xist.
Herdu wezîran jî di civînê da timî gotin ku fikrên Trump û Bolton ji hev pir cuda bûn.
Pompeo destnîşan kir ku rayeya Trump heye ku bi kê ra bixwaze bi wî ra bixebite û wiha dewam kir, "Gelek caran fikrên me û Bolton ji hev nedigirt."
Wezîrê Karên Derva Pompeo destnîşan kir ku piştî çûyîna Bolton polîtîkaya dereke ya Trump wê neguhere.
Trump daxuyanî da û got ku ew bi tundî dijî gelek pêşniyazên Bolton bû û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê wî ji John xwest ku îstifa bike û serê sibê daxwaznameya xwe ya îstifayê da min. Ez ji bo xizmeta wî spasiya John dikim."
Dihat zanîn ku Trump û Bolton bi taybetî di mijarên Îran û Venezuelayê da bi hev nedikirin.