Faruk Hanedar
16 Sibat 2025•Rojanekirin: 17 Sibat 2025
Bombeyên tonajgiran di çarçoveya firotina çekan da ya ji hêla rêveberiya Amerîkayê hat pesendkirin, gihîştin Îsraîlê.
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Îsraîlê KANê, hezar û 800 bombeyên her yekî tonekî giran ên ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump, firotina wan a bo Îsraîlê hat pesendkirin, gihîştin Bendera Aşdodê.
Bombeyên tonek giran ên cure MK-84 ên firotina wan ji hêla Serokê Amerîkayê yê berê Joe Biden hatibû rawestandin, lê ji hêla Trump hat pesendkirin, bo baregehên asîmanî yên Îsraîlê hatin verêkirin.
- Rêveriya Biden sewqiyet rawestandibû
Li Amerîkayê rêveberiya Biden, ji ber rexneyên piştgiriya ji bo hikûmeta Binyamin Netanyahu yê êrîşên tund birin ser Xezeyê û gef xwar ku bajarê Refahê yê nifûsê wê zêde ye bike hedef, sewqiyeteke ku ji bombeyên yek tonî û 227 kîlogramî pêk tê, rawestandibû.
Pişt ra hatibû destnîşankirin ku bombeyên 227 kîlogramî dê ji Amerîkayê bo Îsraîlê bên verêkirin.