Hakan Çopur
06 Gulan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
Hat ragihandin ku amadekariyên Îsraîlê yên ji bo êrîşa li ser Refahê gihîştine qonaxa dawî ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi telefonê li ser geşedanên dawî yên li herêmê axivîn.
Li gorî peyama Qesra Spî ya ji çapemeniyê ra şand, Serok Bîden û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu danê sibê bi telefonê axivîn.
Hat ragihandin ku mijarên sereke yên Bîden û Netanyahu rewşa dawî ya li Xezeyê û êrîşa Îsraîlê ya li ser Refahê ya ku dema wê nêzîk e bû.
Bîden di daxuyaniyên xwe yên berê da diyar kiribû ku nêzî 1,5 milyon Filistînî xwe spartine Refahê û di nav şert û merceke wiha da ew piştgiriya êrîşa bejahî ya Îsraîlê ya li ser vî bajarî nakin.
Netanyahu jî ragihandibû ku ji peymana agirbestê ya ku dewam dike çi encam derdikeve bila derkeve, ew ê di demeke nêzîk da êrîşeke bejahiyê bibin ser Refahê.